Êrîşên dagirkeriyê li Arnhemê hatin protestokirin
Li Arnhemê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Li Arnhemê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Li bajarê Arnhem a Hollandayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Çalakî li Qada Willemspleînê bi tevlêbûna sedan Kurdistaniyan hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên YPJ, YPG û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Kurdistaniyan şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker protestokirin û gotin: “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser qadên xizmetguzariyê yên sivîl, kiryareke qirkirinê ye. Divê qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê qedexekirin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Qatîl Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.