Êrîşên çekên kîmyewî li Rûsyayê hatin şermezarkirin

Kurdên li Rûsyayê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama "Em xwedî li berxwedana gerîla derkevin" dan.

Kurdistaniyên li navçeya Yerşov a herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Yershov hevserok Mîrzaalî Yusubov û Gulîzar Yusubova axivîn û diyar kirin ku gerîlayên azadiyê li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê berxwedaneke mezin nîşan didin û dewleta Tirk a têkçûyî çekên kîmyewî bikar aniye. Hevserokan her wiha bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî dan.

‘DIVÊ LI HER DERÊ EM RABIN SER PIYAN Û XWEDÎ LI GERÎLA DERKEVIN’

Li aliyê din Endama Meclîsê Sûltan Bakî da zanîn ku gelê Kurd bi saya fedekariyên mezin hatine van rojan û got ku ew ê têkoşîna xwe ya di rêya şehîdan de mezin bikin.

Bakî got, "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û cangoriyên azadiyê bi awayekî berfireh dewam dike. Pêwîste Kurd li her qadê li ber xwe bidin, xwedî li gerîlayên xwe derkevin. Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê."