Êrîşên bi çekên kîmyewî li Moskowayê hatin şermezarkirin

Kurdên li Moskowayê, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin, "Rêya me rêya gerîla ye."

Kurdên ku li paytexta Rûsya Moskowayê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî Arîf Azmanî daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst di siyaseta înkar û îmhayê de ya li dijî Kurdan êdî sînoran nas nake û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Azmanî nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê da û anî ziman ku hin dewlet bi rengekî veşartî piştgiriyê didin van êrîşan.

Azmanî destnîşan kir ku gelê Kurd wê li ser rêya gerîla bimeşe û xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Her wiha banga piştevaniyê li hêzên demokratîk kir.