Êrîşa li dijî DKTM’ê hate şermezarkirin

Li hemberî êrîşa polîsên Elman ya roja Înê ya li dijî DKTM'ê, Kurdistaniyan banga yekitiya li dora komeleyê kirin.

Di 02.04.2022’an de di saet 19.00’an de bi dehan polîsên Elman avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Hanaû yê Elmanyayê. Di lêgerîna ku hat kirin de bi hinceta alên ku hatine amadekirin di bîranîna şehîdên 24‘ê Cotmeha 2021‘an a Hanau DTKM‘yê de bi biryara Serdozgeriyê hatin vekirin de gelek pankart û al hatin desteserkirin.

Têkildarî serdegirtinê îro bi beşdariya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê û gelek saziyan daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

‘ÊRÎŞÊN LI SER KOMELEYA ME NAYÊ QEBÛLKIRIN‘

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaû Omer Koyuncer axivî. Koyuncer anî ziman ku polîsên Elman bi hezar û yek hincetan êrîşî komeleya me dikin û wiha got:“Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanau ji sala 1993’an û vir ve ji bo pêdiviyên civakî û çandî yên gelê Kurd ên li Dîasporayê pêk bîne hatiye avakirin. Em vê êrîşa li ser komeleya xwe bi tu awayî qebûl nakin û em bang li gelê xwe dikin ku li dora komeleya me bibin yek. Sedema rastî ya zordestiyê pir eşkere ye; Girîng e ku di serdegirtinê de bi dehan polîsan bi zimanê Tirkî dizanî.”

‘EM KOMELEYEK HIQÛQÎ NE‘

Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Gelan (FCDK KAWA) Abdulvahap Alper jî axaftinek kir. Alper got: “Tu mafê Dozgerê Elman tune ye ku mudaxeleyê hundirê komeleya me bike. Divê dozger û dewleta Elman hinekê maf û qanûnên gelê Kurd li ber çavan bigirin. Em komeleyeke hiqûqî ne, her tişt di çarçoveya qanûnê de ye. Em jî gel in, ji bo azadiya xwe têdikoşin. Dewleta Elman jî vê dizane. Çawa ku ji bo hemû gelan maf û hiqûq heye, ji bo me gelê Kurd jî maf û hiqûq heye. Mafê me jî heye ku em li vir çalakî an jî pîrozbahiyê bikin. Divê dewleta Elman jî vê bizane."

‘LI DORA ŞEHÎDAN BIBIN YEK‘

Nûnerê KOMAW'ê Lokman Arslan jî di axaftina xwe de serdegirtin şermezar kir û anî ziman ku bibîranîna şehîdan weke hincet bêhurmetiya herî mezin a li hemberî gelê Kurd e. Arslan got: “Em weke gelê Kurd her sal şehîdên Tîrmeh, Cotmeh û Gulanê bi bîr tînin. Ji ber ku em gelê ku bi şehîdên xwe re hene. Em dewleta Elman ji ber vê êrîşê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku li dora şehîdên xwe bibin yek."

Nûnerên li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) û Komîteya Êzidiyan bang li hemû gelê Kurdistanê kirin ku li dora komeleyan bên cem hev û bibin endam.