Çalakvanên Strasboûrgê bêdengiya Ewropa protesto dikin
Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagikerî û qirkirinê ku li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 2’an de ye.
Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagikerî û qirkirinê ku li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 2’an de ye.
Çalakiya ku hate plankirin wê 4 hefteyan dom bike hevparî çalakiya Nobeda Azadiyê didome. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropa ya li hember êrîşên dagirkeriyê ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê protesto dikin.
Çalakiya rûniştinê ya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) di çarçoveya pêngava ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye; dem dema azadiyê ye’ 12’ê Gulanê li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 2’emîn de didome.
Çalakiya ku li heman qada ku Nobeda Azadiyê ya ku li ber avahiyên Ewropa bi desteka 78 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî dewam dike, bi tevlîbûna Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, didome.
Çalakvan diyar dikin ku dewleta Tirk hewldana dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê û dîsa domandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qirkirina li ser Kurdan bi desteka aborî û çekan a ji welatên Ewropayê digire, didomîne. Bang hete kirin ku divê welatên Ewropayê nebin hevkarên sûcên dermirovî yên li ser Kurdan tên kirin.
Çalakiya ku di hefteya 2’emîn de didome, Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr dinirxîne.