BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê: Divê êdî gavên pratîkî bên avêtin

Çalakiya nobetê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya NY’ê dewam dike, gihişt hefteya 251’an. Çalakvanan destnîşankirin ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” divê êdî ji gotinê derkeve û veguhere çalakiyê.

Li bajarê Swîsre yê Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 25’ê Çileya 2021’an heta niha li pêşiya NY’ê her roja Çarşemê çalakiya nobetê tê lidarxistin. Çalakî di hefteya 251’an de didome.

Çalakiya ku li Qada Nationsê di çarçoveya “Niha Dema Azadiyê ye” de dewam dike, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Çalakvanan, tevî Seyît Riza û hevrêyên wî, di şexsê Binevş Gabar (Filîz Yagiz), Ekîn Meysa (Suzan Turgut), Hogir Amed (Mehmet Can Coşkun) û Kendal Qoser (Abdulselam Deger) de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ AZADIYA RÊBER APO YE’

Li ser navê komîteya çalakiyê Hasan Încî daxuyanî da. Încî diyar kir ku azadiya Rêber Apo ku muhatabê dîrokî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd- Tirk e, ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo hemû Rojhilata Navîn şertê ewil ê aştî û aramiyê ye.

Încî got, “Pêşveçûna pêvajoya çareseriyê di zemîneke sexlem û mayînde de, derbaskirina krîzên herêmî û misogerkirina pêşeroja gelan, tenê bi rola rola siyasî ya azad a Rêber Apo di nav civak û siyasetê de pêkan dibe.”

Încî got ku divê komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, divê bi Rêber Apo re hevdîtin bike û got, “Ev hevdîtin pêwîstiyeke ku divê neyê taloqkirin e. Mifteya çareseriyê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne, deriyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî ji azadiya Rêber Apo derbas dibe.”

‘JI BO ROJHILATA NAVÎN DEMÊ PARADÎGMAYEKE NÛ YE’

Di daxuyaniya li ser navê çalakvanên Cenevreyê de jî ji bo derbaskirina krîz, şer û hilweşînên civakî ya Rojhilata Navîn banga paradîgmayeke nû ya demokratîk hate kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Rojhilata Navîn veguheriye navenda şer, destwerdanên hegemonîk, krîzên dewletan û hilweşînên civakî. Rêya aştiya mayînde û jiyana hevpar a gelan, ji perspektîfa azadî û demokrasiyê ku bi salan in hewl tê dayîn li Îmraliyê bê tecrîdkirin lê îro ji aliyê gelên herêmê ve tê xwedîderketin, derbas dibe. Azadiya Rêber Apo, mifteya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Komîsyona TBMM’ê divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bîne, pêvajoya çareseriyê divê li ser bingeha civakî, zelal û vekirî destpê bike.”

Çalakvanan bang li aliyên demokratîk, raya giştî ya entelektuel, hêzên ked û azadiyê kir ku vê berpirsyariya dîrokî bigirin.

Çalakî heta saet 17:00’an dewam kir.