BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê bang li dewleta Tirk kirin: Dev ji mijûlkirinê berde, gav bavêje!

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin di hefteya 276’an de berdewam dike.

Kurdistanî û dostên wan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê ya heftane li dar dixin û bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe  ya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicih bînin. 

Hefteya 276an a çalakiyê di şexsê Leyla Qasim, Hozan Mizgîn, Gulçiya Gabar (Servet Aydin), Nûrî Amed (Huseyîn Haran), Xezep Şahîn (Mehmet Kilinçer) de  bideqeyek rêzgirrtina ji bo hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.

Serhad Polat li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Cenevreyê (TCŞ) daxuyanî da û diyar kir ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kir, pêşketinek dîrokî ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Tevgera Apoyiyan li gorî pêdiviyên bangê tevdigere û ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi berpirsyarî gavan davêje. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lê hikûmeta AKPê hîn jî ji avêtina gavên berbiçav û pratîkî dûr e.

Di daxuyaniyê de ev tişt  hat parvekirin:

 

“Daxuyaniyên Devlet Bahçelî ku li ser navê dewletê diaxive, nakeve pratîkê. Kesên ku behsa aştî û çareseriyê dikin, divê pêşî pergala tecrîdê ya li ser Îmraliyê bi dawî bikin. Ji bo ku çareseriyek demokratîk pêş bikeve, divê azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo were misogerkirin û divê mafên demokratîk û siyasî yên gelê Kurd bi destûrî werin misogerkirin. Divê hikûmeta AKP’ê dev ji polîtîkayên xwe yên mijûlkirin û ji demê re hiştinê re berde û gavên jidil bavêje."

Di daxuyaniyê de bal kişand ser pêşketinên li Rojava. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Colanî ya li Şamê polîtîkayên AKP’ê yên dijberiya Kurdan esas digire û hate gotin ku zextên li ser ziman û nasnameya Kurdî êrîşeke eşkere ya li ser îradeya gel e.

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Bernedana dîlgirtiyên  ji Rojava nayê qebûlkirin. Divê hemû dîlgirtî demildest werin berdan û radestî malbatên wan werin kirin. Divê statuya şervanên YPJ’ê yên ku li ser navê mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan dane, were naskirin."

Daxuyanî li ser pêşketinên li Îranê jî rawestiya û hat destnîşankirin ku dewleta Îranê fatûreya şer û krîza li herêmê li Kurdan dibire. Hat diyarkirin ku zext, darvekirin û qetilkirina Kurdan roj bi roj zêde dibe û ji rejîma Îranê hat xwestin ku dawî li binpêkirinên mafên mirovan bîne.

Daxuyaniya TCŞ’ê wiha bi dawî bû:

"Em careke din dubare dikin ku rêya aştiya mayînde û çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn di azadiya gelê Kurd de derbas dibe. Polîtîkayên înkar û tunekirinê heta niha encam nedane û wê ji niha û pê ve jî encam nedin. Xwişk-biratiya gelan û têkoşîna civaka demokratîk teqez wê bi ser bikeve."