Çalakiya rûniştinê ya li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) a bi dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Metîna û Zap e. Dem dema azadiyê ye’ ku li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû destpêkirin, komeke ji 25 kesan ên ji Elmanya û Swîsre hatbûn dewir girtin.
Çalakiya ku her roj saet 09:00 heta 17:00’an li cihê ku 9 sal in çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ya nuqteya hevpar a saziyên Ewropayê lê kom dibe, hate dewirgirtin, Nûnertiya PYD Elmanya jî li wir e.
Çalakiya rûniştinê ya ku 78 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî piştgirî kir, hefteya yekem hilbijêran bi rê ve birin. tê payîn ku saziyên siyasî yên Kurd, saziyên baweriyê, tevgerên jin, ciwan, çep û sosyalîst bi demê re tevlî bibin û çalakiyê bidomînin. Çalakiya ku hatiye plankirin wê 4 hefteyan dom bike, di hefeya duyemîn de bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ koma ku çalakî dewir girt wê heta roja Înê dom bike.
Di çalakiyê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, êrîşên dagirkeriyê û qirker ên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya Ewropa tê protestokirin. Bang li gelê Kurd û dostên wan tên kirin ku têkoşînê bilind bikin.