Çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, bi dawî bû.
Kurdistaniyan roja Çarşemê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Îro çalakiya rûniştinê bi dawî bû, lê sibe wê di meşa navendî ya ku ji Qada Qûaî Wîlson a ku avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan lê ye heta ber NY’yê bê lidarxistin de peyama “Li dijî dagirkerî, komkujî û konsepta îxanetê em xwedî li têkoşîna gerlîla derdikevin” were dayin.
Di foruma ku tevahiya rojê li vir hat lidarxistin de derbarê pêvajoyê de agahî hatin dayîn, danezanên bi zimanê Fransî yên hatibûn amadekirin serê her saetê ji aliyê çalakvanan ve hatin xwendin.
Çalakî danê êvarê bi dirûşmeyên di çarçoveya xwedîderketina li têkoşîna gerîlayan de hatin berzkirin bi dawî bû.
Hevseroka CDK-S'ê Selma Sûrer, têkildarî çalakiya ku wê sibê ji aliyê YJK-S û CDK-S'ê ve were lidarxistin axivî û di serî jin hemû Kurdistanî û dostên wan vexwend meşa mezin a sibe bê lidarxistin.
Sûrer bibîr xist ku weke Kurdistanî ji destpêka komkujiyên dagirkeriyê heta niha li qadan in û got, “Em ê van dewletên ku di pêkanînên dijmirovahî de sînoran nas nakin teşhîr bikin. Bi vê armancê em ê sibe li ber avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan meşekê li dar bixin. Em bang li hemû Kurdên li Swîsreyê û her kesên ku piştgiriyê didin demokrasiyê dikin ku tevlê meşa protestoyî bibin.”