Çalakiya li ber NY didome: Emê heta dawiyê têbikoşin
Kurdistaniyên ku li dijî dagirkeriyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê pêk anîn gotin, “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li têbikoşin.”
Kurdistaniyên ku li dijî dagirkeriyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê pêk anîn gotin, “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li têbikoşin.”
Kurdên li Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ev 3 roj in li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Kurdistaniyên di saetên sibê de hatin qada çalakiyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hilgirtin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Bûlût diyar kir ku îro baweriya azadiyê ya gel a ku bi têkoşîna gerîla ya 40 salî hatiye afirandin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê zindî bûye û got, “NY û saziyên Ewropayê berpirsyarê vê konsepta qetlîamê ya ku îro li ber çavê hemû cîhanê pêk tê dijmirovî ne û wiha got: “Ev 40 sal in em li ber xwe didin. Di van salan de zilma ku me nedîtiye tune ye. Dijminê me ji bo me tine bike her tiştî dike. Ger em bi ser bikevin dijminên me têkbiçin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.”
Bûlût her wiha destnîşan kir, “Em ê sibê mîtînga navendî li dar bixin. Kesê ku bêje ez Kurd im, bila sibe tevlî çalakiyê bibe.”
Çalakgerên ku piştî axaftinê dest bi rûniştinê kirin, di foruma ku organîze kirin de li ser xiyaneta PDK'ê û têkoşîna rûmetê axaftin hatin kirin. Çalakî bi axaftin, stran û berzkirina dirûşmeyan dewam dike.