Çalakiya li ber avahiya NY’ê didome
Çalakiya rûniştinê ya ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Çileya 2021’an de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir, dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Çileya 2021’an de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir, dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Mijdara 2011’an ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, berdewam dike.
Di çalakiya vê heftiyê de Mahsûm Karaoglan û Mustafa Dag ên di sala 2009’an de li ser rêya Amarayê ji bo beşdarî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin û gerîlayên HPG’ê Emre Ablak (Partizan Herekol), Aydin Mamak (Kemal Avesta) Abdulmuttalip Tunç (Çekdar Baxtiyar) ê di sala 2017’an de li Botanê şehîd bûn hatin bîranîn.
Çalakiya rûniştinê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî. Atasoy, di axaftina xwe de li ser girîngiya 4’ê Nîsanê rawestiya.
Atasoy anî ziman ku wê li her derê hevkarên polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a dagirker teşîr bikin û çalakiyên xwe bidomînin. Bi domdarî Atasoy, wiha got: “Em ê li her cihê li ser bingehê azadiya Rêberê xwe çalakiyên xwe mezin bikin. Em ê bi xwedîderketina pêngava 'Dema Dema Azadiyê ye', em ê li ser xeta berxwedanê ya Rêbertiya xwe û gerîlayên xwe li dijî hêzên qetlîamker û hevkar têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi serkeftina pêngava 'Dem Dema Azadiyê' soza 'Rêbertiya azad, Kurdistana azad' ya ku me daye şehîdên xwe pêk bînin."
Piştî axaftinan çalakgeran pişta xwe dan Neteweyên Yekbûyî û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî daxwazên xwe yên mafdar bi dirûşmeyan protesto kirin. Kurdistaniyan piştre çalakiya rûniştinê berdewam kirin.