Çalakiya li ber avahiya NY’ê didome

Hevseroka CDK'ê ya Cenevreyê Mûlkiye Bûlût, di çalakiya rûniştinê ya li ber NY'ê de axivî û got: "Heta ku Rêberê me azad nebe, gelê Kurd ne jî Kurdistan nikare bigihêje azadiya xwe."

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Mijdara 2011’an ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, îro jî berdewam kir.

Di çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de hat lidarxistin de, ji bo fermandarê pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an Mahsum Korkmaz (Egîd) ku guleya yekemîn li mejiyê faşîst yê dewleta Tirk xist, deqeyek rêz hate girtin. Şehîdên Hefteya Lehengiyê û Mahîr Çayan ê di 30'ê Adara 1972'an de li Kizilderê şehîd bû û hevalên wî hatin bîranîn.

‘EM Ê LI HER QADÊ AZADIYA RÊBERTIYA XWE BIQÎRIN‘

Piştre Hevseroka CDK'ê ya Cenevreyê Mûlkiye Bûlût axivî. Bûlût diyar kir ku ew dikevin meha meha 15'an a çalakiyê û got: "Heta ku Rêberê me azad nebe, ne gelê Kurd û ne jî Kurdistan azad nabe. Paradîgmaya Rêber Apo ya aştî û aramiyê ya li herêmê, îro bi milyonan lê xwedî derdikevin. Em ê bi paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya xwe ve li dijî hêzên navneteweyî bi taybet NY’ê azadiya Rêbertiya xwe biqîrin."

‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN ÎRADEYA KURDAN TESLÎM BIGRIN‘

Piştî axaftinên Bûlût, Hevserokê CDK'ê yê Cenevreyê Erdal Atasoy, mafê axaftinê girt û anî ziman ku dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê dixwaze îradeya gelê Kurd teslîm bigire. Li her qadê û li her cihê em ê li ser bingehê azadiya Rêbertiya xwe van polîtîkayan teşîr bikin.“

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ya di 2’ê Nîsanê roja Şemiyê di saet 14.00’an de li pêşiya NY’ê tê lidarxistin, hat kirin.