Çalakiya Kurdistaniyan a li Stockholmê dijî biryara DYE’yê didome
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn li dijî biryara DYE ya ji bo pêşengên gelê Kurd di hefteya 3’emîn de çalakiyên xwe didomîne.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn li dijî biryara DYE ya ji bo pêşengên gelê Kurd di hefteya 3’emîn de çalakiyên xwe didomîne.
Li Paytexta Swêd Stockholmê gelê Kurd li pêşiya Sefaretxaneya DYE ji bo hefteya 3 hatin ba hev, li dijî biryara DYE ya krîmînalîzekirina rêveberên Kurd, çalakiyek kirin.
Di çalakiyê de pankart hat vekirin. Li ser pankartan wêneyên pêşengên gelê Kurd, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan û nivîsa ‘Nûnerên Kurd ne terorîst in’ cih girt.