Çalakgerên Nobeda Azadiyê: 4'ê Nîsanê rojbûna jin a azad e
Koma nû ya Nobeda Azadiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir, ku 4'ê Nîsanê şoreşa azadiyê ya jinê ye, jinûve vejîna gelê Kurd e.
Koma nû ya Nobeda Azadiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir, ku 4'ê Nîsanê şoreşa azadiyê ya jinê ye, jinûve vejîna gelê Kurd e.
Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê destpê kir, di hefteya 511'an de ye.
Çalakiya ku her hefteyê ji aliyê komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Toulouse yê Fransayê ve tê meşandin.
Çalakgerên vê hefteyê Çîgdem Yildirim, Zelal Yildiz, Mervan Yildirim û Yûsûf Çîftçî ne.
Çîgdem Yildirim bi navê komê axivî û bi bîr xist ku wan di 4'ê Nîsanê de dest bi nobedê kirine ku ji bo Kurdan rojeke girîng e, lewma jî ew kêfxweş e.
Çîgdem Yildirim got, "Em rojbûna 73'an a Rêberê xwe pîroz dikin" û 4'ê Nîsanê weke Şoreşa Azadiyê ya Jinê dinirxînin.
Çîgdem Yildirim got, "4'ê Nîsanê di heman demê de ji bo Kurdan jinûve hebûn e" û destnîşan kir, ku divê Kurd xwedî li van nirxan derkevin.
Yildirim anî ziman, xwedîderketina li çalakiya nobedê xwedîderketina li nirxên xwe ye û wiha dewam kir, "Em ji Strasbourgê bang li tevahiya Kurdan dikin ku xwedî li çalakiya nobedê û Rêberê xwe derkevin."
Çîgdem Yildirim got, "Eger em dixwazin bi rengekî cuda bijîn ev yek bi misogerkirina azadiya Rêberê me dibe" û ragihand ku ew dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nakin.
Çîgdem Yildirim herî dawî got, "Çawa ku gelê me yê li Kurdistanê li gel her tiştî li ser piyan dimîne û têdikoşe, em jî neçar in ku li vê derê li ser piyan bimînin û têbikoşin."