Çalakgerên li Strasbourgê ji bo xwedîderketina li gerîla û yekîtiyê bang kirin
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî tecrîdê tê lidarxistin, dewam dike.
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî tecrîdê tê lidarxistin, dewam dike.
Çalakiya rûniştinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) 12'ê Gulanê dest pê kir.
Çalakî di çarçoveya pêngava "Li dijî dagirkerî û qirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin. Di hefteya duyemîn de çalakî bi koma ji 25 kesan a ji Elmanya û Swîsreyê tê meşandin.
Ev çalakî li qada ku saziyên Ewropayê hemû lê ne pêk tê û her roj saet di navbera 09:00-17:00 tê kirin. Li heman qadê çalakiya nobedê heye ku 9 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.
Şerafettîn Elçî yê ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûye got, "Ev çalakî ji bo me Kurdan gelekî girîng e."
Elçî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bîr xist û got, ev şer ne tenê li dijî gerîlayên PKK'ê ye, li dijî tevahiya gelê Kurd e.
Elçî got, "Em Kurd divê dest bidin hev. Cudahî di navbera Rojhilat, Rojava, Bakur û Rojavayê Kurdistanê nîne. Çi li Ewropayê çi li Emerîkayê, em li ku dibin bila bibin, divê em xwedî li vî şerî (berxwedana gerîla) derkevin."
Elçî destnîşan kir ku ev yek 'şerê man û nemanê' ye û wiha dewam kir, "Eger em xwedî lê dernekevin, dewleta qirker û dagirker wê me tune bike. Ji ber vê yekê ya girîng e ew ku li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya Kurdan pêk were."
Çalakgerê bi navê Ercan ê ji kantona Zurîchê ya Swîsreyê tevlî çalakiyê bû, diyar kir ku çalakî wê çar hefteyan dewam bike û ew li benda tevlîbûna xurt a hevrê û xelkê xwe ye.
Ercan got, "Tişta ku niha dijmin dixwaze bike, tunekirina hebûna Kurdan e" û destnîşan kir ku Kurdên li Ewropayê divê xwedî li gerîla derkevin. Ercan got, "Fedakarî, welatparêzê çi pêwîst be divê ew bê kirin, beriya ku dereng bikeve."
Çalakgerê bi navê Taylan ê ji Swîsreyê jî got, "Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrişan dike."
Taylan diyar kir ku bi rêya van êrişan dixwazin PKK'ê bêbandor bikin, ji gel qut bikin û got, "Ev êriş bi tecrîdkirina Rêber Apo dest pê kir (...) Ev gel divê heta ji dest bê li dijî helwesta faşîzan a dewleta Tirk helwesteke neteweyî nîşan bide. Her Kurdên ku dengê xwe neke di qetilkirina her ciwanekî de yê li çiyê, berpirsyar e."