88 xelatgirên Nobelê bang kirin: Divê damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe

88 kesayetên ku xelata Nobelê wergirine nameyeke vekirî ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsîn û xwestin Rêber Apo azad bibe.

88 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin ku 26 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girava Îmraliyê tê ragirtin.

Li gorî nûçeya ku bi îmzeya Cyrus Salim'i-Asl a ji ND Jorunalismus von Links hate weşandin, 88 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine, di serî de Serokkomarê Tirk Erdogan bang li saziyên navneteweyî kirin û destnîşan kirin ku piştî fesixkirina PKK'ê û diyaloga ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dewleta Tirk re da destpêkirin, gava di rêzê de ya herî bi mantiq dive azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. 88 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin gotin, "Em dixwazin Birêz Ocalan bê berdan û ji bo karibe tevlî pêvajoya aştiyê bibe, bêyî astengiyan firsend jê re bê dayin."

HEWLDANA BERIYA NIHA BANDOR LI TECRÎDÊ KIR

Havîna derbasbûyî 69 xelatgirên Nobelê di çarçoveya kampanyeyeke piştevaniyê ya bi heman rengî de li hev kom bûn, li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo dengê xwe bilind kiribûn û bang li saziyên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kiribûn ku bikevin nava liv û tevgerê. Vê kampanya piştevaniyê ya xelatgirên Nobelê tecrîda li Îmraliyê sist kiribû.

'DIVÊ GAVÊN ERÊNÎ BÊNE AVÊTIN'

Vê carê li gel xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ya Îranî û Jodh William a ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, 88 kesayetên ku li qadên kîmya, fîzîk û tipê xelata Nobelê wergirtin tevlî kampanyayê bûn. Ev hewldan hêviyê dide ku diyaloga bi dewleta Tirk re hîn bi pêş ve bibe. Di nameya ji bo Serokkomar Erdogan de bang hate kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên erênî bêne avêtin.

'JI BO HERÊMÊ BÛ ÇAVKANIYA HÊVIYÊ'

Di nûçeyê de hate ragihandin ku ji ber Saziyên Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hewldaneke cidî nekirine, xelatgirên Nobelê ketine nava vê hewldanê.

Di banga 88 xelatgirên nobelê de hate gotin, "Di demekê de ku li seranserê cîhanê şer giran bûye, banga ku Birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê kiriye ji bo gelên herêmê bûye ronahiyeke hêviyê."