4'ê Nîsanê û salvegera damezrandina PJAK'ê li Stockholmê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku heman rojê hate ragihandin, li Stockholmê hate pîrozkirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê li taxa Vårby Gård'ê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, salvegera 18'emîn a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi merasîmekê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyê bi sirûda neteweyî ya Kurdistan 'Ey Reqîb' dest pê kir. Piştre jî peyama Meclîsa PJAK'ê hate xwendin.

Berpirsyarê Karên Dîplomasiya li Ewropayê yê PJAK'ê Emîr Babekrî li ser wate û girîngiya rojê axivî. Babekrî got, "Roja ku em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, di heman demê de salvegera 18'an a damezrandina PJAK'ê ya ku bi fikir û felsefeya wî ava bûye. Ev ji bo gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna wan gelekî bi wate û girîng e. Armanca me ew e ku ji bo mafên mirovan û azadiya mirovahiyê, karên xwe bi pêkhate û rêxistinên li ser bingeha demokrasî û jiyana hevpar têdikoşin, berfireh bikin."

Li salona ku pîrozbahî lê hate kirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên PJAK'ê û wêneyên şehîdên pêşeng ên PJAK'ê hatin daliqandin.

Di çalakiyê de peyamên gelek sazî û rêxistinên siyasî hatin xwendin. Her wiha Kalê Ateşî, Girîn, Evîn û Mûrad jî bi stranên xwe şahî bêhtir xemilandin.