4'ê Nîsanê li Erîvanê hate pîrozkirin

Li paytexta Ermenistan Erîvanê, rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Mala Gel pêk hat. Endamên Yekîtiya Jinên Azad Jenya Qadir û Seyrana Celad, Hevserokê Şêwra Gelê Kurd û parlamenter Kinyas Hasanov, Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan û endamê Rêveberiya Kurdistan Komîte Şêx Tahir li ser girîngî û wateya rojê axivîn.

Qisekeran rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin û gotin, "Rojbûna Rêberê me li me hemûyan pîroz be." Nûnerên Kurdan diyar kirin ku bi saya Abdullah Ocalan gelê Kurd gihîştiye asta heyî.

Girseya gel piştre jî çû 'Bexçeyê Rêbertî' yê li gundê Araksiyê yê li Oktoberyanê û şitil çand.