CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
NY: Li Yemenê metirsiyeke giran a xelayê heye
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Yemenê ku ev 2 sal in şerê navxweyî lê diqewime, drama însanî mezin dibe û metirsiyeke giran a xelayê heye. -
Çîroka damezrandina Estîtuya Kurdî ya Stenbolê bû mijara dokûmanterê
Derhêner Kerem Tekoglû, çîroka damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku bi biryarnameyê hate girtin, bi navê "Şûr û Qelem" kir mijara dokûmanterê. -
Dostên Kurdan wê bimeşin û peyamê bidin dinyayê
Ji hêla Komîteya Amedekar ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, Meşa Dirêj wê 10 rojan bidome, 1’ê Sibatê wê li Luxembûrgê dest pê bike û 11’ê Sibatê wê li Strasboûrgê biqede. -
'Ya ku em bi vê axê ve girê da yekîtî û miroviya gelê vê axê bû'
Firez Keşîşan, ku piştî Qirkirina Ermeniyan pêşiyên wan koçî Serêkaniyê kir, yek ji şadihên şerê sala 2011'an e. Keşîşan qala gelên li Serêkaniyê û dilsoziya bi axê re kir. -
Li Berlînê Sakîne, Lûxemgûrg û Lîebknecht hatin bîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê Sakîne Cansiz, Rosa Lûxemgûrg û Karl Lîebknecht hatin bibîranîn. -
Sosyolog Zygmunt Bauman çû ser dilovaniya xwe
Serkêşê zanista civakî Bauman, 91 salî bû. -
Heyva Sor destek da Kurdên Yewnanîstanê
Heyva Sor a Kurdistanê destek da Kurdistaniyên ku li kampa penaberan a li Atînayê dijîn. -
Sobeyên bi keda destan tên çêkirin, li dijî teknolojiyê li ber xwe didin
Hostayê sobeyan Yûsûf Erors ê 30 sal in li sûka kevn a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê sobeyan çêdike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikeve. -
Qeyûm peymanên lîstikvanên Şanoya Amedê betal kir
Qeyûmê dewleta Tirk ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bû, peymanên lîstikvanên Şanoya Bajêr betal kir. -
'Ez jiyana gundan nadim bi ya bajaran'
Serhedî, ku di nava serma û seqema zivistanê de debara xwe bi sewalkariyê dikin, ji ber ku xwe bi ked û derfetên xwe xwedî dikin, krîza aboriyê bandorê li wan nake. Malbata Nazli ya ji gundê Eksipakê dibêje jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e. -
Ji gelê Pacahûara tenê 4 kes man e
Li Bolîvyayê, 36 gelên cuda yên xwecihî dijîn. Yek ji van jî gelê Pacahûrara ye, ku wextekê ji deh hezaran kesî pêk dihat. Niha bi tenê 4 kes ji vî gelî man e. -
Salîh Ozdemîr li Dersimê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Rojnamevan Salîh Ozdemîr (Delîl-Pîro) ê ku 22 salan di girtîgehê de ma û piştre li sirgûnê jiyana xwe domand, li ser wesyeta wî li Dersimê hat veşartin. -
Şanoya amator a li Wanê gelekî balê dikişîne
Lîstika şano ya bi navê "Bîr Îshak'in bîr Cemîl" a li Wanê ji aliyê koma şano ya amator ve hate pêşkêşkirin, gelekî bal kişand. -
Li Rûsyayê “Êzdîxan” hate ragihandin
Kurdên Êzîdî yên ku li Rûsyayê dijîn, bi navê Êzdîxan saziyeke fermî vekirin. Beşdarên nûnerên saziyên Kurd, rûspiyan û dostên Kurdan gotin, Êzdîxan ji bo Êzîdiyên Kurdistanê û dîasporayê girîng e. -
PHKÊ têkildarî mafê telîfê yê berhemên xwe de daxuyaniyek da
Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî li ser mafê weşandina berhemên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Kîjan sazî û qenalên televîzyonê bêyî destûra me klîbên me biweşînin, em ê prosedura hiqûqî li dij wan bidin destpêkirin." -
Li Swêdê li dijî newekheviyê 'Saziya Wekheviyê' hat avakirin
Ji bo xebatên li dijî newekheviya civakî û zayendî tên meşandin bi hev re bên birêvebirin, li Swêdê 'Saziya Wekheviyê' hat avakirin. -
Li Kerkûkê Xiristiyanan Noel pîroz kirin
Xiristiyanên li Kerkûkê rojbûna HZ. Îsa li Dêra Gorgîes bi ayînekê pîroz kirin. -
Noel li dijî jiyana ferdparêzî, civakîbûnê diparêze
Noel ku di nava civaka Xiristiyan de cihekî xwe yê girîng heye, li dijî jiyana ferdparêziyê ku di nava civaka rojavayî de roj bi roj mezin dibe, nirxekî girîng ê çandî ye. -
Li Kerkûkê Festîvala Helbest û Wêjeya Kurdî
Li Kerkûkê 1’emîn Festîvala Helbest û Wêjeya Kurdî hate lidarxistin. Wêjevanan diyar kir ku berpirsê kirîz û ne eleqeya bi wêjeyê re îşaret bi hikûmetê da. -
Li Amedê li aqûbeta ‘nebediyan’ hate pirsîn
Li Amedê parêzvanên mafê mirovan, malbatan ji bo kesên ku hatine nebedîkirin çalakî li dar xistin. Aqûbeta Mahmût Kaya hate pirsîn. -
Govend: Divê em her qada jiyanê bi rengê çandê bixemilînin
Cil û ber nasname ye. Nîşan dide bê em kî ne, ji ku hatine, bi ku ve diçin, bi kîjan armancê dijîn, debara xwe çawa dikin, ji kîjan ol û nîjadê ne û bi kîjan zimanê daxivin. -
KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir
KNK'ê bi hêviya aştî, azadî û biratiyê Cejna Êzî pîroz kir. -
1,8 mîlyar mirov wê ji çavkaniyên avê bêpar bimînin
Li gorî lêkolînek ji bo konferansa Yekîtiya Geofîzîk a Amerîkayê hate amadekirin, çavkaniyên avê yên li binê erdê, wê heta sala 2050'î gelekî kêm bibin. -
Rewşenbîrê Kurd ê navdar Elîxanê Memê çû ser dilovaniya xwe
Rewşenbîr û nivîskarê Kurd, serokê komaleya Nivîskarê Kurd ê Ermenîstanê Elîxanê Memê ku bi nexweşiya pişikê ketibû, şevê din çû ser dilovaniya xwe. -
Nehiştin ku nûçegihan li ber Girtîgeha Silîvrî daxuyaniyê bidin
Rêxistinên pîşeya çapemeniyê ku ji bo azadiya nûçegihanên girtitan dixwestin li ber Girtîgeha Silîvrî daxuyaniyê bidin, hatin astengkirin. Nûçegihan li cihê lê bûn daxuyanî dan.