CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Rayedar, îstîsmara zayendî ya mamosteyê li Erdîşê dinixumînin
Li navçeya Erdîş a Wanê, piştî eşkerebûna îstîsmara zayendî, rayedar hewl didin bûyerê binixumînin. -
Li Serêkaniyê karê çandiniyê
Saziya çandiniyê ya Serêkaniyê, ku ji bo bersivê bide pêwîstiyên bajêr, genim, ceh, nok û hwd. çandibû, bi meha Gulanê re dest bi çinînê dike. -
Plastîkên li nava okyanûsan gefê li eko sîstemê dixwin
Her sal, ku bi mîlyonan ton parçeyên plastîk li okyanûsan tên avêtin, bi sedan zindiyên deryayê tine dibin. Her wiha zirareke gelekî mezin dide hevsengiya ekolojiyê. -
Cannes sala xwe ya 70 pîroz dike
Festîvala Fîlman a Cannesê, îsal cara 70. tê lidarxistin û wê di navbera 17-28'ê Gulanê de pêk were. Di festîvala îsal de, tevî Mîchael Haneke wê gelek derhênerên navdar li hev bicivin. Fîlmê 'Yol' (Rê) yê Yilmaz Guney jî wê îsal li Cannesê bê nîşandan. -
Şêx Seîd û hevalên wî li Bremenê hatin bîranîn
Şêx Seîd û hevalên wî li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Azadî Wûppertal bû şampiyon
Maça ku li stada Azadî Wûppertalê saet di 15:00 de dest pe kir bi encama 4-1 bi serketina tîma Azadî Wûppertal qediya. -
Piştî ku qeyûm bavê wî ji kar derxist, wî dest bi kar kir
Zarokê bi navê Mervan ê li Amedê, ku bavê wî ji aliyê qeyûm ve ji kar hate derxistin, hewl dide debara malbata xwe bide. Mervan dibêje, "Min dixwest bixwînim, bilîzim, lê malbateke min heye ku divê xwedî bikim." -
Rêwiyên bê rawestgeh -2
Her gerîlayeke ku ez dibînim min fêrî tiştekî dikin, weke ku her gerîlayek mamoste ye, mamosteyên xwedî ezmûnên jiyanê û mirova ne. -
Îran û Tirkiyeyê di qetlîamên kar li pêşbaziyê de ne!
Îran û Tirkiye hem li herêmê û hem jî li tevahî cîhanê di nava welatên herî zêde qetlîamên karkeran lê diqewimin de cih digire. -
Kincên kevn bi erzanî boyax dike
Kargeha Cûma Gurhan, kincên weke çakêt, gomlek, manto, kaban û pantolonên kevn bûne û reng jê çûye, bi boyaxa qumaş nû dike. Navnîşana mirovên xizan ên nikarin kincên nû bikirin, kargeha Gurhan e. -
Li girtîgehê pirtûka 'Bihara Hêviyên Min' derket
Girtiyê siyasî yê bi navê Faysal Yacan, ku 10 sal in li Girtîgeha Îzmîrê dimîne, bi navê 'Bihara Hêviyên Min' pirtûkeke nivîsand û da çapekirin. -
Xizmên Windayan, ji bo çalakiyên xwe banga destekê kirin
Xizmên Windayan û parêzvanên mafê mirovan li Amedê li aqûbeta Mehmet û Mahrem Tanriverdî pirsîn. Di çalakiyê de li Deniz Gezmîş û hevalên wî jî hatin bibîranîn. -
Li Komara Efrîqaya Navîn milyonek zarok di bin metirsiyê de ye
UNÎCEF'ê ragihandin ku li Komara Efrîqaya Navîn jiyana zêdetirî milyonekî zarok di bin metirsiyê de ye. -
Encamnameya Konferansa Perwerdehiya Tendiristiyê ya Rojava
Konferansa Perwerdehiya Tendiristiyê ya Rojava a li Qamişlo hate ragihandin. Di danezanê de hin biryar hatin standin. -
‘Deniz- Yusif-Huseyin, şer di alayên me de dijî’
Komîteya Rêveber a TŞYG’ê, di şexsê rêberên THKO’yê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn înan de, ku 6’ê Gulana 1972’an de hatibûn dervekirin, ‘şehîdên şoreşê yên dinyayê’’ bi bîr anî. -
Leşker nahêlin gundiyên Qersê heywanên xwe biçêrînin
Gundiyên li Qaxizmanê dixwazin heywanên xwe biçêrînin, ji ber astengiya wesayîtên zirxî nikarin vê bikin. -
Cangoriyên qirkirina Dêrsimê li Stenbolê hatin bibîranîn
Yên di qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. -
'Em ê li dijî bendava Farqînê li ber xwe bidin'
Ekolojîst Yanliç diyar kir, bi Bendava Farqînê re hewl tê dayîn, çand û xwezaya Kurdistanê ji holê bên rakirin û destnîşan kir, ku ew ê li dijî vê li ber xwe bidin. -
Li Wanê mirovên bêkar diherikin ‘Bazara Şivanan’
Krîza aborî û bêkarî dike ku gelê Wanê bikevin lêgerînên cuda. Gelek ji niştecihên Wanê li 'Bazara Şivanan' dixwazin bibin şivan û kar bibînin. -
Bû Çîçek a govenda azadiyê
"Nahîde, ji bo bibe parçeyek ji govenda azadiyê, çû. Birayê xwe yê biçûk maçî kir û ji derî derket. Careke din venegeriya. Di rêya şerefê de serê me bilind kir." -
‘Ji ber bêkariyê ti kes masiyan nastîne’
Karkerê bi navê Azîm Yildirim ê karê masiyan dike diyar kir ku nêzî 12 sal in karê masîvaniyê dike, lê ji ber bêkariya li herêmê ew jî nikare êdî masiyan bifiroşe. Yildirim xwest Rewşa Awarte bê rakirin. -
Li Wanê esnafên bazara gel nikarin kar bikin
Li Wanê, esnafên li Bazara Gel a Mezin, ku hem xizan hem jî tûrîstên xwecihî û biyanî lê tiştan dikirin, ji ber krîza aboriyê û Rewşa Awarte nikarin kar bikin. -
Li Danîmarkayê ji bo zarokan çalakî hatin lidarxistin
Meclîsa Jinê ya Sevê ya li Danîmarkayê, li Navenda Çandê ya Cîhanê ji bo zarokên Danîmarkî çalakiyeke danasînê ya bi navê "Bûyîna zarokê Kurd" û workshops lidar xist. -
Li Brukselê merasîma bibîranîna komkujiyê
Kesên di komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane, li pêş Abîdeya Komkujiyê ya li paytexta Belçîka Brukselê hatin bibîranîn. -
'Divê Konferansa Hewraman dewam bike'
Delegeyên Naskirina Konferansa Hewraman gotin, "Konferansa Naskirina Hewraman, ji bo ragihandina dengê Kurdên Hewraman ê hatiye tepisandin, destpêkeke baş bû."