CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.
Hemû Nûçe
-
-
Tûtina derewîn a Sabahê zû bû xwelî
Cotkarên ku li Amedê tûtinê diçînin û difiroşin, tevî Serokên Odeyên Zîraetê nerazîbûn nîşanî nûçeya derewîn a rojnameya Sabahê dan, ku vê rojnameyê di 28'ê Hezîranê de bi sernavê "Çavkaniya nû ya fînansekirina terorê: Tûtin!" weşandibû.
-
-
Dayika Hesret bi hesreta tevna li Qerejdaxê ye
Dayika Hesret a 55 salî: Dema me ya li ber tevna raçandinê ji bo me dema herî xweş bû. Dilê me rehet bû. Her neqşek berhemeke afirîneriyê bû û kê çêdikir, li gorî xwe wateyek didayê. Li ber stranan dihate çêkirin.
-
Li Napolî çalakiya li ser Kurdistanê
Li bajarê Napolî yê Îtalyayê, bi mijara Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin. Nûnerên saziyên civakî yên li bajêr tevlî çalakiyê bûn û hem rewşa siyasî hate nirxandin, hem jî çanda Kurda hate nasandin.
-
-
-
'Bihêlin bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike'
Endama Meclîsa 'Bila Mûnzûr Azad Biherike' Meral Uç diyar kir, ku tê xwestin 27 projeyên HES û bendavan bên çêkirin û got, dema ev projeyên HES û bendavan bi dawî bibin wê nîvê navçeya Pilur û 8 gund di bin avê de bimînin.
-
Kevok xemla Mêrdînê ye
Abdûrrahman Dûran ê 76 salî ku ji 7 saliya xwe ve kevokan xwedî dike, tevî xanî, zêr û zîvên Mêrdînê dixwaze kevokên wê jî bên naskirin, ku ew ji wan re dibêje "zarokên asîmanan."
-
-
-
-
-
-
-
Wan bi destê dewletê tê hejarkirin
Weke hemû Tirkiyê li Wanê jî her roj rêjeya bêkariyê zêde dibe. Li Wanê her ji du ciwanan yek jê bêkar e û ji bo ku bixebitin bi hezaran ciwan ji Wanê diçine bajarên Tirkan.
-
-
-
Jiyana Seyadê Şamê bû belgefîlm
Helbestkar û Derhêner Kerem Tekoglû (Keremo) yê ku belgefîlma Qulingê Birîndar girt çîroka jiyanê ya dijwar a dengbêj Seyadê Şamê ku li ser Radyoya Êrîvanê şopa xwe hiştiye, anî ser perda spî.
-
-
Krîza aborî li cejna Remezanê jî xist!
Bi nêzîkbûna cejna Remazanê re sûkên Wanê hatin xemilandin. Esnaf û welatiyan diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê li bajêr kelecana cejnê tine ye û xwestin, Rewşa Awarte demildest ji holê bê rakirin.
-
Heyva Sor a Kurdistanê piştgirî da gelê Sûrê
Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, bi wesîleya meha Remezanê, xwarina fitarê da gelê Sûrê. Heyva Sor bang li Kurdên li Ewropayê kir, ku fitre û zekatên xwe bişînin ji gelê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin.
-
Deng nema ji zirneya Azîz ê ji Sûrê tê
Azîz Atar ê 66 salî, yek ji zirnevanê kevn ê Sûrê ye. Piştî ku dewleta Tirk Sûr xera kir, ne dawet ma, ne jî pêwîstî bi lêdana zirneyê. Li xaniyekî biçûk ê li Alîpaşayê tevî hevsera xwe dimîne û ji bo nebe hewcedar, li zirneyê dide.
-
Li Amedê rojane 2.5 ton cîger tê xwarin
Ji bo cîger kebabê, ku li Amedê navdar e, rojane 2.5 ton cîger tê birajtin. Ji bo vê jî rojane 5.4 ton komira ji êzingan tê şewitandin. Karzanan qala vê xwarina navdar a Amedê kirin.
-
Qeyûm dijminê hunera bi hezaran sala ye
Zîvkeriya savatê ku xwedî rabirduyeke bi hezaran salan e, Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’ê lê xwedî derdiket. Piştî ku şaredarî hate desteserkirin ji dijminatiya li Kurdan a qeyûm atolyaya savatê jî para xwe stand.