CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Hevserokê Amedsporê: Êrîşa li Amedsporê êrîşa li gelê Kurd e
Hevserokê Amedsporê Nûrûllah Edemen diyar kir, ku wan bi qedexeyan dest bi serdema nû kirine û der barê êrîşên li hemberî tîma xwe de got: "Êrîşa li Amedsporê hatiye kirin, êrîşa li gelê Kurd e." -
'Mêr nikare bi dewletê, lê bi hêsanî êrîşî jinê dike'
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îpek diyar kir ku di rewşa awarte de şîdeta dewlet û mêran a li jinan zêde bûye. -
Heciyên Kurd yekemcar bi nasnameya xwe ya Kurd çûn hecê
Namzetên hecî yên Kurdistanî, ji bo şertê hecê bi cih bînin, roja Şemiyê ji bajarê Frankfûrtê çûn Mekkeyê. -
'Em qurbanên xwe bişînin Bakurê Kurdistanê'
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir, ku bi qurbanên xwe bişînin Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê. -
Li Îzmîrê qada zeytûnan hate şewitandin
Li Îzmîrê 3 hektar qada zeytûnan hate şewitandin û bû arî. -
Qeyûmê AKP'ê dest li sewalkariyê jî werda
Qeyûmê ku li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê bi cih bûye, ferman da ku 220 axurên sewalan bên girtin. -
Karkerên Demsalî: Em dixwazin bi rengekî azad li warê xwe bijîn
Karkerên demsalî yên Cizîrî, diyar kirin ku ji ber dewletê Cizîr xera kir bêkar û betal man û neçar man hatine Sakarya karê findiqan bikin. -
HSK: Em alîkariya xwe ya Qurbanê bişînin ji gelê xwe re
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn diyar kir, ku divê gelê li cihên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin bi tenê neyê hiştin û got, "Bi munasebeta Cejna Qurbanê em alîkariya xwe bişînin ji gelê xwe yê mexdûr re." -
Petêxan bi mehsûlên cuda pev diguherin
Welatiyên li taxa Melava ya navçeya Rêya Ermûşê ku dest bi komkirina petêxan kirin, hinekan li bereqeyên li kêleka rêyan difiroşin û hinekan jî li bajêr, navçe û gundên derdorê bi mehsûlên cuda pevdiguherin. -
Ji ber qedexeya zozanan, sewalên xwe firotin
Welatiyên li gundê Qera yê Ebexê, ji ber ku herêma Tendurekê di bin navê "operasyonê" hat qedexekirin, nikaribûn derkevin zozanan û di nava salekê de 2 hezar pezên xwe firotin. -
Buhayê êm, buhayê sewalan jî zêde dike
Li bazarên ku sewal lê tên firotin, tevgereke zêde ya welatiyan heye. Lê hem mirovên tên kirînê, hem jî xwediyên sewalan gazinan dikin. -
Ji bo hinekan dibe ku ne xweş be, lê ji bo wan pir xweş e…
Koçerên Başûrê Kurdistanê ku li dijî endustrîyalîzmê li ber xwe didin û her sal diçine zozanan dibêjin, "dibe ku ev jiyan bi hinan ne xweş be, lê ji bo me pir xweş e." -
Malbat: Dewlet û patron berê karkerên Kurd didin mirinê!
Malbatên karkerên Mêrdînî yên li Sakaryayê jiyana xwe ji dest dan, bal kişandin ser zilma li karkeran tê kirin û gotin, "Rojek beriya qezayê, karkeran gotine ku traktor xerabe ye û nexwestine lê siwar bibin." -
Ji ber pêkanînên qeyûm, Gola Sixkê ziwa dibe
Gola Sixkê, ku hêlîna gelek celebên çivîkan e, ji ber pêkanînên qeyûmê AKP'ê ziwa dibe. -
Ustun a HDP’yî: Em bi berxwedanê dikarin Heskîfê xilas bikin
Endama Desteya Rêveber a Navendî (DRN) yê HDP’ê got bi berxwedanê dikarin Heskîfê xilas bikin û got, ‘’ji AKP’ê ti daxwaza me nîn e, em ê ava bikin.’’ -
Şahiya Berxbir li qedexeyê nealiqî
Tevî ku dewleta Tirk zozanên Colemêrgê li welatiyan qedexe kiriye jî, mîna her sal welatî îsal jî derketin zozanan û Şahiya Berxbir li dar xistin. -
Dildarên kevirê Kehrîbarê li Amedê li hev dicivin
Kevirê Kehrîbarê, ji benîştê daran ê bûye fosîl pêk tê û di nava gel de weke 'kevirê bi şîfa' tê binavkirin. Dilê bazara vî kevirî, dawiya her hefteyê li Amedê lê dide. -
Talana xwezayê bi polîtîkaya bê nasname hiştinê dewam dike
Rojnamevan-nivîskar Pelîn Cengîz diyar kir, li pişt vê talana xwezayê ya AKP'ê bê nasname hiştin û bê mirov hiştin heye. Li gorî Cenzîz, AKP dixwaze ya ku nekarî bi siyasetê bi dest bixe, bi vê talanê bi dest bixe. -
Karkerên Kurd qeza kirin: 7 mirî 20 birîndar
Karkerên Kurd yên ji bo berhevkirina bindeqan ji Amedê diçûn Sakaryayê qeza kirin û di qezayê de 7 karker mirin û 20 karker jî birîndar bûn. -
Qeyûm pêşî li xizmeta tenduristiyê digire
Piştî ku Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş a ji aliyê Şaredariya Payîzavayê ya DBP'yî hatibû vekirin ji aliyê qeyûm ve hate girtin, li navçeyê saziyeke ku xizmeta tenduristiyê bide gel nema. -
Şewitandina daristanan a bi destê artêşa Tirk li Kolnê hate protestokirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê şewitandina daristanên Kurdistanê yên bi destê artêşa Tirk hate protestokirin. Konê protestoyê li pêşiya HBF’a Kolnê hate danîn. -
Ji xwarina ji muzeyê têr nabin
AKP'yiyên ku bi navê "Bernameya Desteka ji bo Navenda Dilkêşiyê" li Wanê sextekariyeke mezin kirine, muzeya ku diviyabû di nava salekê de bihata çêkirin ev 6 sal in naqedînin û ji xwe re kirine cihekî rantê. -
Civaka ku ji aliyê jinê ve tê birêvebirin: Mosûo
Mosûo, ku yek ji gelên Tîbet-Bîrman ên li Hîmalayan e, yek ji kêm civakan e ku sîstema daykanî lê dewam dike û tevî ku zewac lê nîne, civak jiyana xwe bi rêk û pêk dike. -
Dewleta Tirk goristanên Ermeniyan jî talan kir
Yek ji bajarên ku goristanên Ermeniyan ji aliyê dewleta Tirk ve lê hate xespkirin, Dêrika Çiyayê Mazî ye. Êdî ne gor maye, ne jî goristan. -
16 karkerên madenê ji ber nebûna ewlekariya kar mirin
Li navçeya Xizxêr a Sêrtê, li kana madenê ya Park A.Ş a Koma Cînerê, roja 17'ê Mijdara 2016'an di qezayê de 16 karker ji ber nebûna tedbîrên ewlekariya kar jiyana xwe ji dest dan.