CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Komeleya Ekolojiyê ya Wanê: Xwedî li daristanên Dersimê derkevin
Tevgera Ekolojiya Wanê, banga xwedîderketinê li daristanên Dersimê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tê şewitandin kir. -
Qeyûmê AKP'ê xwezayê talan dike û daran dibire
Qeyûmê ku ji aliyê rejîma AKP'e ve li şaredariya navçeya Payîzava ya Wanê hatiye bicihkirin, di slogana "rê şaristanî ye" daran radike û xwezayê talan dike. -
'Çîroyek Ji Dara Azadiyê': Kemal Pencewînî
Jiyan û têkoşîna niştimanperwerê Kurd Kemal Pencewînî ku 2016'an li Pencewînê hate kuştin bû pirtûk. -
Qoqê serî yê 'xizmê me yê nêz' ê 13 milyon salî hate dîtin
Di encama xebata zanyarên Amerîkayî û Elmanî de hate fêhmkirin ku celebê meymûnan ê ku li Kenyayê hatî dîtin herî pir nêzî pêşiyê mirovan e ku beriya bi 13 milyon sal jiya ne. -
Hêkên bi madeya fîpronîl herî kêm li 11 welatan hatine firotin
Li welatên Ewropayê, skandala li ser hêkên ku dermanê kêzikan ê bi navê fîpronîl lê hatiye bikaranîn, dewam dike. Tê gotin, hêkên bi vê madeya zerarê dide tenduristiya mirovan, herî kêm li 11 welatan hatine firotin. -
Xemla bihuştê ya li Rojhilat: Gola Zerîbarê
Gola Zerîbarê ya li Rojhilatê Kurdistanê, her demsalê xwe bi rengekî cuda dixemilîne. -
Li Swêdê zarokên penaber ketin çalakiya rûniştinê
Li Swêdê nêzî 200 zarokên Efgan ên ku bi serê xwe hatine Swêdê û xwe li Swêdê girtine, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku roja Yekşemê li paytext Stockholmê dane destpêkirin didomînin. -
Taxa gelan a Kerkûkê: Cot Qehwe
Li taxa Cot Qehwe ya Kerkûkê, ku Kurd, Tirkmen û Ereb lê bi hev re dijîn, çanda jiyana bi hev re bi sedan salan e dewam dike. -
Li Binarê Qendîlê kontrola tenduristiyê
Dr. Medya, ku temamiya jiyana xwe daye karê tenduristiyê û demeke dirêj e di vî warî de ji bo gelê Qendîlê dixebite, bi derfetên xwe yên kêm li gund û zozanên Qendîlê digere û kontrola tenduristiyê dike. -
Bilbilê Rojhilata Navîn: Aram Tîgran
Aram Tîgran ku ruh da Ey Dilberê û Bilbilo, heta nefesa xwe ya dawî stranên xwe got. Bi qasî 500 stran afirand. Bi Ermenî, Kurdî, Suryanî, Yewnanî, Erebî û Tirkî stran got. Ew seremoniya zimanan bû. -
Li Wanê parsekî li jin û zarokan tê ferzkirin
Li Wanê, di dema dawî de hejmara mirovên li nava kolanan destê xwe vedikin, zêde bûye. Zext û zordariya destvekirinê bi taybetî li jin û zarokan tê kirin. Ev yek dibe sedema nerazîbûnan. -
Cihê pîroz ku hezaran sal in nikare bê parvekirin: Mescîd-î Aksa
Mescîd-î Aksa, ku ji bo Misilmanan, Xiristiyanan û Yahûdiyan cihekî pîroz e, dibe ku cihê herî bi nîqaş ê Qûdsê ye, ku dike nake nikare bê parvekirin. -
Miftîtiya Wanê bûkanî li zarokên 7 salî kir!
Miftîtiya Wanê 'Bernameya Dawiya Serdemê ya Qursa Quranê ya Havînî' da û di bernameyê de bûkanî li keçikên 7 salî kirin. -
Jinên ji rojhilat vê carê bi hespên xwe li ber rejîmê rabûn
Gelek jinên Kurd beşdarî pêşbirka siwariyê ya li Sinê bûn. Ev yek weke serînetewandina jinan li ber polîtîkayên girtiyê yên rejîma Îranê hate şîrovekirin. -
Tenûr li Kerkûkê çavkaniya debarê ya gelek malbatan e
Li Kerkûkê, tenûrên ku ji aliyê jinan ve dihatin çêkirin, ji ber zêdebûna daxwazê ji aliyê mêran ve jî tên çêkirin. -
Li Payîzavayê daran qir dikin
Qeyûmê Payîzavayê Osman Dogramaci, vê carê jî daran qir dike. -
Dewleta ku neçar mayî sûlav jî qedexe kir
Sûlava Kehê ya Colemêrgê ku her sal turîst jî di nav de bi hezaran kesî ziyaret dikir, a li gundê Kehê kete nav ‘herêmên qedexe’ de. -
Nisêbîn, Şirnex, Gever, Sûr, Cizîr li benda alîkariyê ye!
Hûn dikarin alîkariyên xwe yên cejda Qurbanê, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bişînin ji bo kesên xizan û belengaz! -
Festîvala bîranîna şehîdên Zergelê qediya
Festîvala ku ji bo bîranîna şehîdên Zergelê ji aliyê Şaredariya Qendîlê ve hate lidarxistin, di salvegera komkujiyê de bi merasîmekê qediya. Qisekerên li merasîmê axivîn bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd. -
Hejmara mirovên li Fransayê bê stargeh in zêde dibe
Kolektîfa bi navê Federasyona Saziyên Piştgiriya Civakî (FAS) ku gelek komeleyên alîkariya însanî endamê we ne, da xuyakirin ku hejmara mirovên li Fransayê li naverastê dimînin, zêde dibe. -
Hejmara bêkarên li Ewopayê kêm dibe
Li gorî daneyên ji aliyê saziya statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê Eurostat ve hatin weşandin, hejmara bêkaran di meha Hezîranê de li gelemperiya yekîtiyê weke xwe ma, lê li herêma Euro kêm bû. -
Êzidiyên ji kampa AFAD'ê hatin avêtin li naverastê man
Rayedarên kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê, danê êvarê Êzidî ji kampê avêtin. Êzidiyên ku niha li parkeke li Mîdyatê dimînin, banga 'xwedîderketinê' li gelê Kurd kirin. -
Ken tîne bîra mexdûrên şer û bobelatan
Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin, bi pêşandanên xwe yên ji bo zarokên penaber, ken tînin bîra mirovên ku barê herî giran ê şer li ser pişta wan e. Yek ji wan Ezgî Keskîn e û li ser vî karê xwe ji ANF'ê re axivî. -
'Jiyana gundan bi wate û xweş e'
Gundiyên li gundê Eksipakê yê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li hemberî kapîtalîzmê li xwe ber xwe didin û jiyana komunal û xwezî ya gund diparêzin. Malbata Kaya dibêje jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e. -
Cihoka Şamran a 3 hezar salî hê jî çavkaniya jiyanê ya Wanê ye
Cihoka Şamran, yek ji mînakên bêhempa yên endezyariya avê ya cîhanê ye, ku Qralê Ûrartûyan Menûa ji bo avê ji navçeya Payîzavayê bigihîne navenda bajarê Wanê beriya 3 hezar salî dabû çêkirin. Ev cihok hê jî Wanê xwedî dike.