Karkerên Kurd  qeza kirin: 7 mirî 20 birîndar

Karkerên Kurd yên ji bo berhevkirina bindeqan ji Amedê diçûn Sakaryayê qeza  kirin û di qezayê de 7 karker mirin û 20 karker jî birîndar bûn. 

Li taxa Çamlica ya bi ser navçeya Hendek a Sakaryayê ve traktora karkerên çandiniyê qeza kir. Di qezayê de 7 karker mirin û 20 karker jî birîndar bûn. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirin. Birîndar bi ambulans û wesayîtên taybet rakirin nexweşxaneyên bajêr. 

Diyar bû ku karkerên qeza derbas kirine ji Amedê ne û ji bo bindikan berhev bikin çûne Sakaryayê.