CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
El Bab: Bajarê li benda azadkirinê - I
Bajarê El Bab ê ku çavê cîhanê tevahî lê ye, li ser gelek hesab tên kirin, ji bo wê mabeyna çeteyan û şervanên QSD’ê de şerê bêeman dewam dike, bûye mîna navenda 3’yemîn Şerê Cîhanê. -
Li Zagrosan yekemîn masiyê kor hat dîtin
Li gorî daxuyaniya Muzeya Lêkolînên Zoolojîk Alexander Koenîg a li bajarê Bonn ê Elmanyayê, li çiyayên Zagrosê yên li Başûrê Kurdistanê, gelek Masiyên Kor hatine dîtin. -
Xizmên windahiyan aqûbeta windahiyan pirsîn
Şaxên ÎHD û Xizmên windahiyan , li Amed û Êlihê di hefteya 401’emîn de li aqûbeta windahiyan pirsîn û biryara tekoşina lêgerînê dan. -
Rojên Fîlmên Kurd li Frankfûrtê dest pê dikin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Rojên Fîlmên Kurd tên lidarxistin. -
Dêrê bang li Fransayê kir: Aliyê însanî yê pirsgirêka penaberan ji nedîtî ve neyê
Ji bo penaberên li bajarê Calaîs ê Fransayê û derdora wê ji cihê lê ne bên derxistin, hikûmet di nava hewldanan de ye. Dêrê bang li hikûmetê kir û jê xwest 'aliyê însanî' yê vê pirsgirêkê ji nedîtî ve neyê. -
Piştî Brexîtê êrîşên nîjadperest û homofobîk zêde bûn
Li Brîtanyayê, ku di referandûma 23'ê Hezîranê de biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve (Brexît), di nava 3 mehên dawî de êrîşên homofobîk û nîjadperestî zêde bûn. -
Ji HRW’ê nerazîbûn: Li Tirkiyeyê dawî li nûçegihantiya rexneyî hat!
HRW, li ser girtina televîzyon û radyoyan nerazîbûn nîşan da, destnîşan kir ku “ev qedandina nûçegîhantiya rexneyî ye.” -
Li Girtîgehe Osmaniya organên mirov dirizin!
Nasên kesên ku li Nisêbînê hatine girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa T a Osmaniya agahiyên girîng dan. Hate gotin 5 ji girtiyan ku bi birîndarî hatibûn girtin û ji ber ku tedawiya wan nehatiye kirin, organên wan dest bi rizîbûnê kirine. -
Li BehraSpî ji 10 hezarî zêdetir penaber hatin xilaskirin, 37 jê mirin
Li BehraSpî di du rojên dawî ji 10 hezarî zêdetir penaber hatin xilaskirin, 37 penaber jî mirin. -
Adem: Êrîş û komkujî nikarin vîna vî gelî bişikînin
Hevseroka Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Şîrîn Adem êrîşa pêr êvarê ya li Hesekê şermezar kir û got, ew ê Şoreşa Rojava mezin bikin û bi vî rengî hesab ji hêzên êrîşkar bipirsin. -
Greenpeace: Santralên nukleer ên Fransayê ji bo mîlyonan ‘xeteriya akût’ e
Hate ragihandin ku gelek santralên li Fransayaê ku ji 4’an 3 elektrîka xwe ji nukleerê diafirîne û vê teknolojiyê difiroşe welatên cîhanê, bi qisûr e. -
Daglûm: Civaka ku modela xwe ya perwerdeyê ava neke, wê birize
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Daglûm destnîşan kir, ku divê her civak modela xwe ya perwerdeyê ava bike û got, "Civaka vê neke wê birize." -
Pitika destpêkê ya ji sê dê û bav ji dayik bû
Hat ragihandin, pitika destpêkê ya ji DNA sê kesên cuda, ku rê li ber gelek nîqaşan vekiribû, ji dayik bû. -
'AKP hewl dide çanda Kurd tine bike'
Ekolojîst Ergen Sûcû da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê hewl dide çanda gelê Kurd tine bike û got, "Gelekî xwedî li çanda xwe derdikeve, di heman demê de xwedî li dar, daristan, ax û ava xwe jî derdikeve." -
Tûtina Kersê êdî tê çinîn
Tûtina Kersê ya navdar, ku berî 3 mehan li Geliyê Kersê yê Şengalê hat çandin, êdî tê çinîn. -
Kongreya 8. a PYD Ewropa dest pê kir
PYD Ewropa kongreya xwe ya 8’an bi tevlêbûna bi sedan delegeyî pêk tîn. Hevserok Abdullah û Muslîm gotin PYD hêza çareseriyê ye û jin jî garantorên azadiyê ne. -
Li DYA li dijî Zîkayê dermanê Naledê hate bikaranîn
Hate diyarkirin ku ji bo vîrusa Zîka ya li welatên Amerîkaya Latîn bi awayekî lezûbez berbelav dibe li DYA bê astengkirin, cureyekî pestîsîdê ya li gelek welatan qedexekirî ye hatiye bikaranîn. -
Li paytexta Ewropa Brukselê govenda Kurdan
Hefteya Çanda Kurd a wê li paytexta Belçîka Brukselê 3 rojan bidome, dest pê kir. Aktîvîteya ku motîfên kesk, sor û zer li pêş in, bi govendên li ber def û zirneyê yên di kolanên bajêr de start da. -
31 welatên nû Peymana Xwezayê ya NY erê kir
31 welatan ragihandin ku Peymana Xwezayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a ku di meha Nîsanê de hatibû îmzekirin erê kirine. Tê payîn ku peyman heta dawiya salê bikeve meriyetê. -
Hevserokên HDP'ê cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin û gotin, ew piştgiriyê didin daxwaza bûyîna betlaneya fermî ya vê rojê. -
Ji zîndanê ber bi çiyê ve: Çîroka reva girtiyên PKK'yî
Em bi van her sê gerîlayan re li ser rêwîtiya wan a ji Çewlikê destpê kir, li Amedê dewam kir û li çiyayên azad ên Kurdistanê qediya, axivîn. Ku ev meşa ber bi azadiyê ve dikare bibe mijarek ji fîlman re. -
Ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê peyama Cejna Qurbanê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi hêviya siberojeke azad Cejna Qurbanê li Misilmanên mezlûm, Kurdên mezlûm û berxwedêran pîroz kir. -
Tecrîda li ser Ocalan li Ermenistanê bi mîtîngekê hat protestokirin
Îro li paytexta Ermenistanê Êrîvanê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Darazê parastina jiyangeha qebîleya Sîoûx red kir
Li beramberî xeta boriya petrolê ya ku li DYA jiyangehên çermesorkan tehdîd dike daraz xwe ker dike, Hikûmeta Federal jî xwest ku şîrketa ku projeyê dimeşîne xebatên xwe rawestîne. -
2. Festîvala Zarokan a Rojava dewam dike
2. Festîvala Zarokan a Rojava di roja 7. de bi muzîk, govend û lîstikên şano dewam dike.