CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.
Hemû Nûçe
-
Li Aachen çalakiya ji bo Kobanê
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û komkujiya pêk anî, li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin.
-
-
-
Graz û Kobanê di şînê de ye!
Li bajarê Graz a Awûstralyayê di 20’ê Hezîranê de kesekî wesayîta xwe bi ser kesên di rê de derbas dibûn ve bir û 3 kes mirin, 34 kes jî birîndar bûn. Duh ji bo wan meşek pêk hat û Kurd jî beşdar bûn.
-
‘33 can hê jî dişewitin’
Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Beştaşî (ABF) Bakî Duzgun di mîtînga ji bo bîranîna 33 rewşenbîr û hunermendên di 1993'an de li Otela Madimakê hatin şewitandin de got ku ev 22 sal in 33 can hê jî dişewitin û birîna wan derman nebûye
-
Şervanê YPG’ê Erdal Zagros li Japonyayê hat bibîranîn
Li bajarê Saîmata yê Japonyayê, şervanê YPG’ê Erdal Zagros ê di çarçoveya ‘Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo’ de li gundê Ebu Zara di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn.
-
Li Lîmoges konferansa Kurdistan
Li bajarê Lîmoges ê Fransa bi malovaniya sendîkaya CGT konferanseke bi mijara Kurdistan hat lidarxistin. Di konferansê de Loran Angelî, Rîchard Valerîe û Roza Dêrsim ên di damezrandina Kolektîf Kobanê de cih girtin amade bûn.
-
Rûbar Qamişlo li Swêdê hat bîranîn
Ji bo Fermandarê Rojavayê Cizîrê yê YPG’ê û endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rûbar Qamişlo li Goteborg a Swêdê bernameya bîranînê pêk hat.
-
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Lînzê hat şermezarkirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi meşekê hat şermezarkirin. Girseya li Schillerpark saet 18:00'an kom bû bi pankart û flamayên YPG/YPJ’ê ber bi navenda bajarê Lînzê meşiya.
-
-
-
-
-
-
-
-
ATÎK: Em tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bibin
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê lanet kir. ATÎK bang li kesên li Ewropayê kir ku tevlî çalakiyan bibin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.
-
-
-
-
-
-
-
-
Hovîtiya DAIŞ’ê wê sibe bê şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, êrîşên çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê yên li hember Kobanê şermezar kirin. Li Fransa û Elmanyayê jî wê şermezarkirin sibe bidomin.