Li Tambove ya Rûsya Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Li bajare Rûsya Tambove ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibate li Mala Kurdan civînek hate lidarxistin.

Li bajare Rûsya Tambove ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibate li Mala Kurdan civînek hate lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li bajarê Rûsya Tambove li Mala Kurdan civînek hate lidarxistin. Civîn,bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di civînê de Kurden li dîasporayê têkildarî komploya 15’ê Sibatê nirxandin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku dewleten hevkar dixwestin di  şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tine bikin, lê belê Rêberê Gelê Kurd bi fikir û ramanên xwe komplo vala derxist.

Di axaftinan de her wiha hat diyarkirin ku di roja me de heman hêzan bi destê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan gelê Kurd tine bikin, berxwedana li Rojava, Kobanê, Şengal Kerkuk û Mexmûrê bi berxwedan û têkoşînên mînak ên wek Arîn Mîrxan û gelek lehengan ev hewldan hatine pûçkirin û valaderxistin.