Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Hênê serdegirtina malê: Kesek hat binçavkirin

Li navçeya Hênê tîmên taybet bi ser mala û karkerê şaredariyê Mahmut Topkaya de girtin û ew binçav kirin.

Li navçeya Hênê ya Amedê tîmên taybet di seatên serê sibê de bi ser mala karkerê şaredariyê Mahmut Topkaya yê li taxa Zîrwê de girt. Di serdagirtinê de mala Topkaya tarûmar kirin û Topkaya binçav kirin. Sedema binçavkirina Topkaya nehat zanin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Hênê.