CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bi roketan êrîşî navenda leşkerên Emerîka ya li Iraqê kirin
Bi sê roketan êrîşî navendeke hewayî ya leşkerên Emerîka ya dikeve bakurê paytexta Iraq Bexdayê, kirin. -
Hilbijartina Şamê: 2 ‘rikberên’ Esad hene!
Dadgeha Destûra Bilind a Sûriyeyê ji bo hilbijartina ku tê pêşbînîkirin wê 26’ê Gulanê bê kiri, tenê 3 namzet erê kir. Di hilbijartinê wê li deverên bin kontrola Şamê de bê kirin, fikar nîne ku Esad bi ser nekeve. -
Êrîşên dagirkeriyê: Bexda nerazîbûn nîşanî Enqerê da
Wezareta Karê Derve ya Iraqê di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê ya Tirk dom dike, piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk a serdana Herêma Federal a Kurdistanê kir ‘bê ku agahiya wan hebe’ notek da Enqerê. -
Emîrê DAÎŞ’ê yê Felûc hate girtin
Îstixbarata Iraqê ragihand ku wan emîrê DAÎŞ’ê yê Felûce girtine. -
Li her bajarê Mynamarê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin
Li Myanmarê çalakiyên şermezarkirinê yên piştî darbeya leşkerî dest pê kirin, dewam dikin. -
Li Iraqê 21 mehkûm ji girtîgehê reviyan
Li Iraqê 21 mehkûmên ji ber sûcên tiryak û terorîzmê hatibûn girtin, vê Yekşemê ji girtîgeha li başûrê welat reviyan. -
Di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku di dema operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, di êrîşên bombeyî ya li bajarokê Tarmiya ya dikeve bakurê paytext Bexdayê de, 10 leşkerên Iraqî hatin kuştin. -
Li Efganistanê êrîşa bombeyî: 30 kes mirin
Di êrîşa bombeyî ya li Efganistanê hate kirin de, bi kêmanî 30 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn. -
Di şerê Kirgizistan û Tacîkistanê de herî kêm 13 kes mirin
Kirgizistan û Tacîkistan ku du welatên Asya Navîn e, bi hev ketin. Di şer de herî kêm 13 kes hatin kuştin. -
Yekîneyên NATO'yê dest bi vekişîna ji Efganistanê kirin
Hêzên NATO'yê yên li Efganistanê, roja Pêncşemê dest bi vekişînê kirin. -
Li Îsraîlê îzdihama cejnê: 44 kes mirin
Li Çiyayê Meronê yê li bakurê Îsraîlê, dema ku Cejna BaOmer dihate pîrozkirin, îzdihamê rû da. Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Aboriya Latîn Emerîkayê wê mezin bibe, lê xizanî wê dewam bike
Welatên Latîn Emerîkayê ku ji ber şewbê ketine nava krîzeke giran a civakî û aborî, tê payin ku ji aliyê aborî ve mezin bibin, lê belê fikar hene ku rewşa nediyar bibe sedem ku newekhevî û xizanî zêde bibe. -
Gemara plastîk: Dibe ku li okyanûsan masî jî nemîne
Hişyarî tê dayin ku okyanûsên her sal bêhtir bi plastîkan tên herimandin, eger tedbîr neyên girtin wê bibin qadeke welê ku di nava 30 salî de masî jî lê nemînin. -
Rojavayî encamên ku ji hilbijartina Sûriyê wê derkevin ji niha ve red kirin
Welatên endamên rojavayî yên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê encamên hilbijartinê ku tê payin 26'ê Gulanê li Sûriyê bibe, ji niha ve red kirin. -
Siûdiyan biryar dan ku gelek dibistanên Tirk bigirin
Rêveberiya Erebistana Siûdî ji Tirkiyeyê re ragihand ku wê gelek dibistanên wê yên li Siûdî bigire. -
Fransayê dest bi girtina endamên Tûgaya Sor kir
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron biryar da ku endamên berê yên Tûgaya Sor îade bike. Bi hinceta ku di salên 1970 û 1980’an de li Îtalyayê çalakî kirine, 7 endamên Tûgaya Sor hatin girtin û li 3 endaman jî digerin. -
DYE beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ji Efganistanê vedikişîne
DYE ku xwe amade dike leşkerên xwe ji Efganistanê vekişîne, ji ber zêdebûna êrişên demên dawî biryar da ku beşek ji personelên xwe yên dîplomatîk ên li vî welatî vekişîne. -
Li rojavayê Efrîkayê bi dehan çete hatin kuştin
Malî yek ji wan welatên li rojavayê Efrîkayê ye ku şerê li dijî çeteyên Îslamî yên tundrew lê giran e. Rayedaran diyar kirin ku bi dehan çete hatine kuştin. -
Komkujiyên li Kolombiyayê zêde dibin: Bi deh hezaran kesî koç kir
Li gel peymana agirbestê jî ku hî di meriyetê de li Kolombiyayê şerê navxweyî zêde dibe. Hate ragihandin ku bi deh hezaran kes ji cih û warê xwe bûne. -
HRW'ê ji bo polîtîkayên Îsraîlê got 'apartheîd'
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên li Îsraîlê û Fîlîstîniyên xaka wan hatiye dagirkirin got, 'apartheîd'. -
Li peravên Giravên Kanaryayê drama koçberan: 17 kes mirin
Li Giravên Kanaryayê ku van salên dawî rêya herî zêde ya ber bi Ewropayê ye, keştiyek noqî binê avê bû. Cenazeyê herî kêm 17 koçberan hate dîtin. -
Li gorî Putîn, sûcdariya Çekyayê 'absurt' e
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, îdîayên Çekyayê ku dibêje, welatê wan li Çekyayê 'êrişa terorîstî kiriye', sûcdariyeke absurt e. -
Li Qûdsê 'destûr' a ji bo kêmkirina tansiyonê
Piştî xwepêşandan û şerê li Qûdsê yê ku bi rojane dewam dikin, polîsên Îsraîlê herêmek ku li Fîlîstîniyan hatibû girtin ji nû ve lê vekirin. -
Li Efganistanê NATO xwe vedikişîne, Talîban êrişên xwe zêde dike
Di êrişên cuda de yên li dijî hêzên ewlekariyê yên Efganistanê hatin kirin, herî kêm 12 polîsan jiyana xwe ji dest dan. -
Qedexekirina çixareyê gelo dikare pêşî li kişandina wê bigire?
Li Zelanda ya Nû ku tê xwestin, kişandina çixareyê bi temamî bê qedandin, hikumetê dixwaze kişandina çixareyê li mirovên piştî sala 2004'an ji dayik bûne qedexe bike. Ev pêkanîn di heman demê de bûye cihê fikaran.