CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî konsolosxaneya Tirk ya li Mûsilê êrîşeke bi roketan pêk hat
Hat ragihandin ku li dijî konsolosxaneya Tirk a li Mûsilê êrîşeke bi roketan pêk hat. Di heman saetan de baregeheke dewleta Tirk a li Dihokê jî bi dronê hatiye hedefgirtin. -
Qetlîama li Zaxoyê di rojeva NY de ye: Herî kêm 23 hezar binpêkirin hatine qeydkirin
Hikumeta Iraqê qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû xist rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Hikumeta Iraqê diyar kirin wan 22.740 binpêkirin û êrîş tespît kirine. -
Li Lûfthansayê grev: Piraniya seferên balafiran betal bûn
Lûfthansa ya şirketa rêyên hewayî ya yekemîn a Ewropayê, ji ber greva xebatkarên xwe hema bibêje wê hemû seferên xwe yên roja Çarşemiyê yên li Elmanyayê betal bike. -
Heyeteke artêşa Iraqê çû Zaxoyê
Heyeta ku ji rayedarên Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê pêk dihat, çûn Zaxoyê ya ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de li wir qetlîamek kiribû. -
Konseya Ewlekariyê ya NY komkujiya Zaxo şermezar kir
Piştî ku Iraqê komkujiya Zaxoyê anî rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Konseyê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. -
Tûnûsê ji bo referandûma destûra bingehîn got: Erê
Li Tûnûsê ji bo ku rayeyên serokkomar were zêdekirin referandûmek hatibû kirin. Di referandûmê de dengê ‘Ere’ derket pêş. -
Îtalya firotina NFT’yan betal kir!
Hikûmeta Îtalya firotina hin berhemên hunerî yên weke NFT ku bi rêya muzexaneyan pêk dihat betal kir. -
Kazimî û Nûnera NY’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagiker hevdîtin pêk anîn
Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re hevdîtin kir. Kazimî daxwaza parastina serweriya Iraqê kir. -
Derbarê 40 wezîr û parlementerên Iraqê biryara destgîrkirinê hate dayîn
Desteya Destpakî ya Iraqê ragihand ku ji ber sûcdariya gendelî û nelirêtiyê derbarê 40 wezîr û parlementeran biryarra destgîrkirinê hatiye dayîn. -
Li Bahamayê keştiya koçberan noqav bû: 17 kes mirin
Li Bahamayê keştiyeke koçberan noqav bû. Di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 25 kes hatin rizgarkirin. -
Di nava çend saetan de bi hezaran koçber gihiştin Îtalyayê
Hate ragihandin ku zêdeyî hezar koçber di nava çend saetan de gihîştine peravên Îtalyayê. -
Iraq: Divê Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşên Tirkiyeyê bicive
Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf giliyê Tirkiyeyê li Konseya Ewlehiyê kir. -
Wê îro Parlamentoya Iraqê li ser komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê kom bibe
Wê îro Parlamentoya Iraqê li ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû, civîneke taybet li dar bixe. -
Elî Mehdî: Divê hikûmeta Iraqê li hember van kiryarên hovane tedbîrên pêwîst bigire
Rayedarê Partiya Komunîst (Şûî) a Iraqê Elî Mehdî diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wekî her car sûcê li dijî sivîlan înkar dike û got “Divê Hikûmeta Iraqê li hemberî van kiryarên hovane tedbîrên pêwîst bistîne.” -
Riyadê ji bo têkiliyên xwe bi Îranê re baş bike gaveke din avêt
Wezîrê Karûbarê Derwe yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan ragihand ku Erebistana Siûdî wan agahdar kiriye ku niyeta wê eve ku dixwaze diyaloga du alî ya bi Îranê re weguhazîne “asta siyasî.” -
Bexda nîqaş dike ku piştî qetlîamê gavên çawa biavêje
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazmî bi partiyên siyasî û komên parlementoyê re rûnişt û diyar kir ji bo parastina ewlekarî û serweriyê divê gavên pêwist werin avêtin. -
Iraqê serî li Konseya Ewlekariyê da, Neteweyên Yekbûyî jî daxwaza lêkolînê kir
Bertekên li hemberî qetlîama dewleta Tirk a li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Neteweyên Yekbûyî banga “lêpirsînek berfireh” kir. -
Li Brezîlyayê di operasyona polîsan de herî kêm 18 kes mirin
Li taxeke bajarê Rîo de Janerîo yê Brezîlyayê, di encama operasyona polîsan de herî kêm 18 hatin kuştin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Diyalayê êrîş kirin: Ji heman malbatê 5 kes hatin qetilkirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li Diyalayê ji heman malbatê 5 kes qetil kirin. -
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku Îsraîlê li nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê pêk anî 3 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn. -
Elmanyayê eşkere nekir ku çima serdozger bi Erdogan re hevdîtin kiriye
Hikûmeta Elmanyayê sedemê serdana du rojî ya Serdozgerê Federal Peter Frank ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re eşkere nekir. -
Li Panamayê protestoyên mezin hene
Li Panamayê protesto û têkoşîna li hemberî krîza malî didome. Xwepêşander diyar dikin ku tevdîrên hikumetê têr nake. -
Nasnamayên 9 kesên ku di Komkujiya Zaxoyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin
Nasnameya 9 kesên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin. -
Hikûmeta Elmanyayê têkîldarî komkujiya Zaxoyê daxuyanî da
Hikûmeta Elmanyayê têkildarî qetlîama ku dewleta Tirk a li Zaxoyê kiribû daxuyaniyek da û banga eşkerekirina berpirsan kir. -
Qetlîama li Zaxoyê bi boykot, çalakî û civînên awarte tê şermezarkirin
Qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû li Iraqê tê şermezarkirin.