CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Dohayê hevdîtina DYE û Îranê: Li gorî Tahranê lihevkirin mimkûn e
Qasidê Emerîkayê Robert Malley û muzakerekarê Îranê Alî Bagerî, li Doha ya paytexta Qatarê hevdîtineke neyekser kir. Li gor Îranê di gotûbêjên li ser nukleerê de li hev kirina bi Îranê re mimkûn e. -
Bîden: Pûtîn Ewropa kir NATO
Serokê DYE'yê Joe Bîden bi rengekî îronî got, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Ewropa kir NATO û ragihand, wê hejmara leşkerên Emerîkî yên li Ewropayê zêde bikin. -
Îskoçya dixwaze di sala 2023’an de referandûma serbixwebûnê li dar bixe
Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Stturgeon ragihand ku ew bi biryar in ku di payîza 2023’an de referandûma serbixwebûnê li dar bixin. -
Karkerên li Belçîkayê wê cardin dest bi grevê bikin
Li Belçîkayê, sendîkaya karkeran a sosyalîst FGTB‘yê biryar girt ku wê di meha mijdarê de dest bi grevê bikin. -
Li Kolombiyayê di girtîgehê de 49 girtî hatin kuştin
Li girtîgeheke başûrê rojavayê Kolombiyayê 49 girtiyên ku hate îddîakirin dikira bireviyane, hatine kuştin. -
Piraniya gelê Fînlandiyayê naxwaze tawîz ji Tirkiyeyê re bê dayin
Li gorî anketekê ku beriya civîna bilind a NATO'yê li Fînlandiyayê hate kirin, ji sedî 70 ê beşdaran gotin, "Eger li gorî daxwaza Tirkiyeyê bibe, em ê li ber endametiya NATO'yê rabin." -
Li Fransayê radyo û televîzyonan dest bi grevê kirin
Li Fransayê hikumet dixwaze heqê lîsansa dîtbarî û bihîstinbariyê rake. Li hemberî vê plana hikumetê radyo û televîzyonan dest bi grevê kirin. -
Li Urdunê klor fûriya: 12 kes mirin 250 kes birîndar bûn
Li lengergeha Akabe ya Urdunê konteynirek qelibî û klor jê fûriya. Di vê bûyerê de herî kêm 12 kes mirin û 250 kes jî birîndar bûn. -
Li Teksasê 46 cenazeyên koçberan di qemyonê de hatin dîtin
Li eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di qemyonekê de 46 cenaze hatin dîtin. -
Emerîka û Îran wê cezayan gotûbêj bikin
Li gorî Wezareta Derve ya Îranê, Emerîka û Îran wê vê hefteyê bi awayeke ne rasterat li ser cezayên Washîngtonê gotûbêj bikin. -
Li Fransayê karkerên neqla rêyên bejahî di grevê de ne
Li Fransayê karkerên neqla rêyên bejahî, bi daxwaza zêdekirina mûçeyan dest bi grevê kirin. Grevê bandor li gelek qadên pîşesaziyê kir. -
Sedema mirina 21 ciwanên li bareke Efrîkaya Başûr çi bû?
Hejmara mirovên ku li bareke bajarê East London ê Efrîkaya Başûr mirin, bû 21 kes. -
Li Kolombiyayê trîbun hilweşiya: 5 kes mirin, zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn
Li Kolombiyayê, di pêşbirka Ga de trîbun hilweşiya. Di bûyerê de 5 kes mirin, zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn. -
Kazimî berê xwe da Îranê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî serdana xwe ya li Erebistana Siûdî ya li gel Pirens Muhammed Bîn Selman danê nîvro berê xwe da Tehranê. -
Fransa ji Tirkiyeyê re got: Tercîha xwe bike
Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîne Colonna, bang li Tirkiyeya ku nahêlê Swêd û Fînlandiya bikevin nav NATO’yê kir ku tercîha xwe bike. -
Li bareke Efrîkaya Başûr 17 cenaze hatin dîtin
Li bajarê East London ê Efrîkaya Başûr, li barekê 17 cenaze hatin dîtin. -
Kazimî li pey çi ketiye?
Piştî ku tevgera Sadir xwe ji parlamentê vekişand û li şûna wê parlamenterên nû hatin diyarkirin, ji bo hikumeta nû gavên nû têne avêtin. Serokwezîrê Iraqê Kazimî piştî vê hewldanê berê xwe da Erebistana Siûdî. -
Li sînorê Fas-Spanyayê trajediya mirovî: 23 kes mirin
Ji koçberên ku hewl didan derbasî herêma Melîlla ya li Bakurê Efrîkayê bibin, ku xaka Spanyayê ye, bi dehan koçberan jiyana xwe ji dest dan. Tundî û kiryarên nemirovane yên polîsên Fasê bûn sedema nerazîbûnê. -
Protestoyên li Ekvadorê jiyana rojane sekinand
Li Ekvadorê piştî protestoyên du hefteyan ên li dijî krîza maliyeta giran, jiyan sekinî. Di xwepêşandanan de ku ji aliyê federasyoneke xwecihî ve hate destpêkirin, rê hatin girtin, wesayit hatin şewitandin û polîsan gazên ku çavan dişewitîne bi kar anîn. -
Karkerên şîrketa hewayî yên li Ewropayê wê dest bi grevê bikin
Sendîkayên ku nûnertiya xebatkarên şîrketa hewayî ya erzan a Îrlandayê Ryanaîr dikin, dawiya hefteyê wê dest bi grevê bikin. Tê payîn ku seferên balafiran li gelek welatên Ewropayê bên betalkirin. -
Li Fransayê karkerên riyên hesinî wê dest bi greva giştî bikin
Karkerên saziya riyên hesinî ya Fransayê (SNCF) ji bo heqdestê wê di asta neteweyî de dest bi grevê bike. -
Ji ber bêdengiya Kazimî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê pêngava îmzeyan hate destpêkirin
Li Parlementoya Iraqê li hemberî bêdengiya Serokwezîr Kazimî ya li hemberî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a li ser xak û serweriya Iraqê pêngaveke komkirina îmzeyan hat destpêkirin. Hat xwestin parlemento bi lezgînî li ser mijarê bicive. -
Li Meksîkayê polîs û çete bi hev ketin: 13 kes mirin
Li eyaleta Jalîsco ya li rojavayê Meksîkayê, di operasyonekê de ku ji bo rizgarkirina kesên revandî hate kirin, polîs û çete bi hev ketin. Di şer de 13 kes mirin. -
Namzetiya Ûkrayna û Moldovayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê hate erêkirin
Yekîtiya Ewropayê bi fermî Ûkrayna ku bi Rûsyayê re di nava şer de ye, xiste nava welatên namzet. Di civîna bilind a YE‘yê ya roja pêncşemê de biryar hat dayîn ku statuya welatê berendam ji Moldovayê re jî were dayîn. -
Parlementoya Iraqê 64 parlementerên nû hilbijart
Parlementoya Iraqê li şûna parlementerên ji Tevgera Sedrê ku îstîfakiribûn 64 parlementerên din hilbijart.