CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Borîs Johnson neçar ma ku ji serokatiya partiyê îstîfa bike
Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson piştî îstîfayên li pey hev ên ji hikûmetê, ji serokatiya partiya muhafezekar îstîfa kir. -
Ji ber enflasyonê di nava sê mehan de qet nebe 70 milyon kes xizan bûn
Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNPD) da xuyakirin ku ji ber zêdebûna buhayê xurek û dan û enerjiyê, ji meha Adarê heta bi niha qet nebe 71 milyon kes xizan bûne. -
Li Arjantînê ji bo sûcdarên di dema dîktatoriyê de cezayê muebetê hat dayîn
Dadgeriya Arjantînê ji bo 10 leşker û polîs ên ku di dema dîktatoriyê de sûc kirine, cezayê muebetê da. -
Pêşeroja siyasî ya Boris Johnson di xeteriyê de ye
Piştî berdana dev ji kar a rayedarên hikûmetê ku wezîr jî di nav de bûn, banga îstîfakirinê li Serokwezîrê Îngilizistanê Boris Johnson hat kirin. Lê Johnson got ku ew ê li peywîra xwe bidomîne. -
Boko Haram êrîşê girtîgeha li Nîjeryayê kir: 300 girtî reviyan
Wezareta Karên Hundir a Nîjeryayê ragihand ku piştî êrîşa bi çekan a li ser girtîgehek nêzî paytext Abûjayê, nêzî 300 girtî reviyan. -
Li Konyayê mînîbusek qeza kir: 2 kes jiyana xwe ji dest da û 17 kes birîndar bû
Li Konyayê minîbûsa ku karkerên demsalî tê de bûn wergeriya. Di encam qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn. -
Li Iraqê 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê ragihandin ku li Enbar, Kerkûk, Selahaddîn û Bexdayê di operasyonan de 4 çeteyên DAÎŞ'ê girtine. -
Wezîrên tendirustî û maliyeyê yê hikumeta Johnson îstifa kirin
Li Îngilîzistanê baweriya bi hikumeta Borîs Johnson kêm dibe. Wezîrên Tenduristî û Maliyeyê ji hikumetê îstifa kirin. Partiya Çep ragihand ku Partiya Muxafazakar a li desthilatdariyê êdî gemarî bûye. -
Li peravên Lîbyayê 22 koçber mirin
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû û piraniya wan ji Malî 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Konseya Katalan peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de şermezar kir
Konseya Katalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de şermezar kir. -
WFP: Efrîkaya Navîn bi krîza dexil û dan re rû bi rû ye
Bernameya Dexil û Dan a Cîhanê (WFP) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Komara Efrîkaya Navîn rû bi rûyê krîzeke mezin a dexil û dan e û daxwaza piştgiriya bi lezgînî kir. -
Di êrîşeke çekdarî de li DYE'yê 6 kes mirin
Li eyaleta Îllînoîsê ya DYE'yê di dema pîrozbahiya Roja Serxwebûnê ya 4'ê Tîrmehê de êrîşeke çekdarî hate kirin. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê, sedemên enflasyonê û kiryarên kêfî ketin ber lêpirsînê
Li Fransayê gelek komên siyasî yên li parlamentê xwestin ku li ser sedemên rasteqîn ên enflasyonê û kiryarên kêfî lêpirsîn bê destpêkirin. -
Li Meksîkaya tundiya çeteyan: Ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin
Li eyaleta Veracrûz a li rojhilatê Meksîkayê, yek jê zarok, sê jê jin heft kes ji heman malbatê hatin qetilkirin. -
Li Bûrkîna Fasoyê herî kêm 27 kes hatin qetilkirin
Li Bûrkîna Fasoyê di du êrîşên cuda yên çeteyên girêdayî DAÎŞ'ê yên li dijî sivîlan de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Sydneyê ji bo 32 hezar kesan banga tehliyekirinê hate kirin
Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê di roja sêyemîn a barana zêde de banga tehliyekirina 32 hezar kesan hate kirin. -
Li gorî Îranê, DYE ji însiyatîfa siyasî bêpar e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku di dema danûstandinên nukleerê de DYE bi rengekî ji 'însiyatîfa siyasî bêpar' tevdigere. -
Li Kopenhagê êrîşa çekdarî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye bi çekan êrîşî bedestenekê hate kirin, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Sydneyê lehî rabû: Bi hezaran kes hatin veguhastin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi hezaran kes hatin veguhastin. -
Li Îranê ji ber erdhejê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Eyaleta Hurmuzgan a Îranê bi pileyên 6,1 û 6,3 erd hejiya. Li gorî daneyên pêşîn heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 kes jî birîndar bûne. -
Xebatkarên rêya hewayî dest bi grevê dikin
Li paytexta Fransa Parîsê sendîkayên nûnertiya xebatkarên rêya hewayî dikin, dan zanîn ku wê dawiya hefteyê dest bi grevê bikin. Sendîka di vê dema enflasyonê de daxwaza zêdekirina heqdestan dikin. -
Rojnamevanê Fransî diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî Kurdan nankor tevdigere
Rojnamevan û nivîskar Phîllîppe de Val di radyoya Eûrope 1’ê de peymana bi Tirkiyeyê ya di civîna NATO’yê de nirxand û diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî Kurdan nankor tevdigere û dengê gelê Kurd nabihîze. -
Li Sûdanê 8 çalakvanên dijberê darbeyê hatin kuştin
Li paytexta Sûdanê Hartumê di xwepêşandana li dijî darbekarên leşkerî de 8 çalakvan hatin kuştin. -
Di şeş mehan de herî kêm 2057 sivîl hatin kuştin
Hat ragihandin ku li herêma Sahelê, ji serê salê heta bi niha herî kêm 2057 sivîl ji ber şer hatine kuştin. -
DYE: Li Dohayê di danûstandinên bi Îranê re ti gav nehate avêtin
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand ku li Dohayê di danûstandinên neyekser ên bi Îranê re ti gav nehatiye avêtin.