CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Joe Bîden: El Zewahîrî hate kuştin
Serokê DYE'yê Joe Bîden ragihand ku şefê El Qaîdeyê Ayman El Zewahîrî li Kabûlê di êrîşa bi droneyê de hatiye kuştin. -
Artêşa Iraqê ragihand ku wê 'bêalî' bimîne
Alîgirên lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda Sadr hîn jî li parlamentê ne. Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku li hemberî pirsgirêkên navxweyî ew 'bêalî' ne. -
Rageşiya Kosova-Sirbistanê: Prîştîne pîvanên nû yên sînor taloq kir
Piştî rûdana rageşiya bi Sirbistanê re, hikumeta Kosovayê biryar da ku pîvanên nû yên têkildarî sînor ji bo mehekê taloq bike. -
Li Bexdayê bi hezaran kes li dagirkirina parlamentoyê dewam dikin
Hejmara kesên ji bo protestokirinê tên Bexdayê her ku diçe zêde dibe. Kazimî, hişyarî kir ku diyalogek a bi bêdengiya bi hezar rojan, çêtir e ji deqeyek a ku xwîna Iraqê birije. -
Rûsya li Arktîkayê di warê leşkerî û aborî de xwe bi hêz dike
Rûsyayê ragihand ku ew dixwaze li Arktîkayê di warê leşkerî û aborî de xwe bi hêz bike. -
Alîgirên Sedr wê heta fermaneke nû li parlamentê bimînin
Bi hezaran alîgirên lîderê Şîa Muqteda Sadr roja Şemiyê careke din dest danîn ser avahiya parlamentê û diyar kirin ku heta fermaneke nû wê li parlamentê bimînin. -
Li Îranê zêdeyî 80 kes ji ber lehiyê mirin
Li Îranê ji ber barîna zêde ya baranê û lehiyê 80 kes mirin, 30 kes jî winda ne. -
'Pêwîste Iraqî bi awayeke yekgirtî bêjin; na ji binpêkirina serweriyê re'
Dr. Ebdulqadir Beşîr bal kişande ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê û got; "Eger Iraq xwedî pêşengekî dirûst û niştîmanperwer bûya, wê demê ti kesê wê nekarîba serweriya Iraqê binpê bikira.” -
Li Îranê hefteyên dawî bi dehan kes hatin darvekirin
Hate ragihandin ku li Îranê di nava du hefteyên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin. -
Rûniştinên li parlamentoya Iraqê hatin rawestandin
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Halbûsî da zanîn ku rûniştinên li parlamentoyê hatine rawestandin. -
Li Iraqê xwepêşandan berdewam dikin
Xwepêşandanên li Iraqê dewam dikin. Sazî û destgeh, daxuyaniyan didin. Çarçoveya Hemahengî, da zanîn ku divê xelkê Iraqê ji bo parastina saziyên fermî amade bin; Desteya Wezîrên Iraqê jî biryara lidarxistina civîna derasayî da. -
Mîllîng: Civaka navnetewî li benda lêkolînên hikûmeta Iraqê ne
Bertek û trafîkên dîplomatîk yên ji bo komkujiya Zaxoyê di asta giştî ya cîhanê berdewam e. Wezîra Brîtanyayê Amande Mîllîng di hevdîtina telefonî ya bi Wezîrê Derwe yê Iraqê Fuad Hisên re diya kir ku li benda lêkolînên hikûmeta Iraqê ne. -
Alîgirên Sadir careke din ketin Parlementoyê
Alîgirên Tevgera Sadir ên danê sibehê li Qada Tehrîr piştî kom bûn û bendên betonê derbaskirin ber bi Herêma Kesk ketin rê. Xwepêşander dubare ketin nava Parlementoya Iraqê. -
Li xwepêşandana Bexda xwîn rijiya: 60 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN
Di xwepêşandana algirên Sadir û hêzên ewlekariyê de alozî derket, 60 kes birîndar bûn. -
Alîgirên Sadir ber bi Herêma Kesk ve ketin rê
Alîgirên Sadir li Qada Tehrîr a Bexdayê li destpêka Pira Komarê hinek bendên betonê qelibandin û ber bi Herêma Kesk ve meşiyan. -
Li Îranê lehî: Di nava du rojan de 24 kes mir in, 19 kes jî winda ne
Li herêmên nêzî paytext Tehranê ya Îranê lehî rabûn, di nava du rojan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes winda bûn. -
Li herêma Eûroyê enflasyon di asta rekorê de ye
Li herêma Eûroyê enflasyon di meha Tîrmehê de gihişt asta herî bilind. -
NY’ê bilançoya koçberên ku sînorê Polonya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Philippe Gonzalez Morales ragihand ku zêdetirî 20 koçberan ji ber tundî û binpêkirinên li ser sînorê Polanya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Elmanyayê seferberiya ji bo teserûfa enerjiyê
Di çarçoveya xebateke neteweyî ya ji bo bersivdayîna krîza enerjiyê ya li Elmanyayê, gelek avahiyan çirayên xwe vemirandin. Li bajarekî jî ava germ li avahiyên giştî hate qedexekirin. -
Li eyaleta Kentuckê ji ber lehiyê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da
Li eyaleta Kentucky ya Amerîkayê ji ber lehiya giran herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê payîn ku wê rewş girantir bibe. -
Ajansa Anadoluyê Erebên li Fransayê çawa û çima fîş kirin?
Ajansa Anadolu (AA), ya saziya çapemeniyê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di hilbijartinên 26’ê Hezîranê yên li Fransayê de wekîlên Fransî yên bi eslê xwe Mexreb fîş kir. -
Li Îranê lehî rabû: Herî kêm 6 kes mirin
Di lehiyê de ya ku li herêmên nêzî Tehranê ya ku paytexta Îranê çêbûye herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hindistanê herî kêm 42 kesan ji ber vexwarina alkola sixte jiyana xwe ji dest dan
Li rojavayê Hindistanê herî kêm 42 kesan ji ber vexwarina alkola sixte jiyana xwe ji dest dane û nêzî 100 kes rakirine nexweşxaneyan. -
Di sala 2022’an de li Îranê 251 kes hatine darvekirin
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) Îranê di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 251 kes hatine darvekirin. -
Alîgirên Sadir kete parlementoya Iraqê
Alîgirên Sadir li dijî namzetiya serokwezîrtiyê ya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe derket û daketin kolanên Bexdayê. Xwepêşandan kete avahiya Parlemetnoyê û ber bi herêma Kesk ve çûn.