CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Pakistanê ji ber barana zêde hejmara miriyan gihişte hezarî
Li Pakistana ku ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hat îlankirin, hejmara kesên di barana zêde de jiyana xwe ji dest dane gihişt hezarî ku di nav wan de 343 zarok û 198 jî jin in. -
WHO’yê ji ber 4 nexweşiyên torpîkal çareser kir Togo pîroz kir
WHO welatê Afrîqaya Rojava wekî welatê yekem di cîhanê de ku kurmê Gîneyê, fîlaryaz a lenfatîk, nexweşiya xewê û trahomayê çareser kiriye, silav kir. -
Qeyrana enerjiyê: Banga civîna lezgîn li YE’yê hat kirin
Serokwezîrê Komara Çekyayê Petr Fîala ku serokatiya vê serdemê ya Yekîtiyê Ewropayê (YE) dike, da zanîn ku ji bo bikaribin pêşî li bandora qeyrana enerjiyê ya têkildarê şerê Ûkraynayê bigirin ew ê banga civîna lezgînî bike. -
Pîlotê herî ciwan ê ku bi tena serê xwe li seranserê cîhanê firiya
Mack Rutherford ê 17 salî yê Îngiliz-Belçîkî bû pîlotê herî ciwan ku bi balafireke biçûk bi tena serê xwe li dora cîhanê firiya. -
Ji ber barana zêde 777 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Pakistanê ji ber baranên mûsonê yên ku ji 14’ê Hezîranê ve dewam dikin, 777 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Sûriyê generaleke Îranî hat kuştin
Li gorî medyaya Îranê generalê Muhafizên Şoreşê Ebulfezl Elîcanî li Sûriyê di dema “erka bejahî” bi cih dianî de hatiye kuştin. -
Alîgirên Sedr li ber Dadgeha Bilind çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Alîgirên Muqteda Sedr ku zêdetirî 3 hefte ne li ber parlementoya Iraqê çalakî dikirin, li ber Dadgeha Bilind dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Katarê bi dehan karker dersînor kirin
Bi dehan karkerên li Katarê ji ber ku mûçeyên wan nedidan, kêmê sê mehan ji Kûpaya Cîhanê re mabû çalakiya protestoyî kirin, hatin dersînorkirin. -
Li Misrê serokên 5 welatên Erebî dicivin
Serokên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê li bajarê Elemên ê bakurê Misirê dicivin. -
Li Cezayîrê di şewata daristanan de herî kêm 43 kes mirin
Hat ragihandin ku di rojên dawî de li Cezayîrê ji ber şewatên mezin ên daristanan herî kêm 43 kes mirin. -
Li Kerbelayê 7 cenaze ji tirbeya hilweşiyayî hatin derxistin
Li bajarê pîroz ê Şîa yên Iraqê li Kerbelayê tirbe hilweşiya. Cenazeyên 7 kesan ji binê xirbeyê tirbeyê hatin derxistin. -
Li Efxanistanê lehî rabû
Di lehiya bi şid a li rojhilatê Efxanistanê rabû de, hat ragihandin ku herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyê 3 hezar mal xera bûne. -
Li Somaliyê êrîşa li ser otelekê: Herî kêm 20 kes mirin
Êrîşkaran li paytexta Somalî Mogadîşûyê êrîş birin ser otelekê. Herî kêm 20 kes hatin qetilkirin, 40 kes jî birîndar bûn. Eş Şebab berpirsyariya êrîşê li xwe girt. -
Gelê Îranê ji sedî 60 dibin sînorê xizaniyê de dijî
Zêdeyî nivê gelê Îranê dibin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî agahiyên raporeke rojnameya Cîhana Pîşesaziyê hejmara kesên di bin sînorê xizaniyê de dijîn di sala 2022’an de gihaye derdora ji sedî 60’î. -
Karê destpêkê yê Petro zêdekirina baca ji dewlemendan e
Serokkomarê çepgir Gûstavo Petro ku hefteya derbasbûyî li Kolombiyayê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, weke karê destpêkê qanûnek amade kir ku karibe ji dewlemendan hîn bêhtir bacê bistîne. -
Li Iraqê hêrî kêm 280 wezîr û rayedarên paye bilind gendelî kirine
Komîsyona Destêpakiyê ya Iraqê ragihand ku wan tespît kiriye ku 280 wezîr û rayedarên paye bilind ketine nava gendeliyê. -
Kolombiya û Venezûela piştî sê salan sefîr tayîn kirin
Sê sal piştî qutbûna têkiliyên dîplomatîk ên navbera Kolombiya û Venezûelayê, herdu welatan sefîrên bilind li hev tayîn kirin û dest bi asayîkirina têkiliyan kirin. -
Kolombiya dixwaze bi ELN’ê re diyalogê ji nû ve bide destpêkirin
Hikûmeta Kolombiyayê ragihand ku piştî hilbijartina Gustavo Petro wek serokkomar, ew dixwaze bi alîkariya Kubayê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re diyalogê ji nû ve bide destpêkirin. -
Li Koreya Başûr lehî rabû: 11 kes mirin, 8 kes winda ne
Li Koreya Başûr, ji 115 salan û vir ve barana herî zêde dibare. Di encamê de lehî rabû û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Rojnamevana Rûsî Marîna Ovsîannîkova li Moskovayê hat girtin
Rojnamevan Marîna Ovsîannîkova ku bi dijbertiya xwe ya vekirî ya li hemberî şerê li Ûkraynayê tê nasîn, bi hinceta ku artêşa Rûs “bê îtîbar” kiriye hat girtin. -
Li gorî Îranê fuzeya ku Rûsya şand fezayê wê ‘sîxurî’yê neke
Serekê Saziya Fezayê ya Îranê Hasan Salarîeh da zanîn ku peyka Îranê ya ku Rûsyayê şandiye fezayê ne ji bo sîxuriyê ye. -
Li Kongoyê zêdeyî 800 girtî reviyan
Li Rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk komek çekdar êrîşê girtîgehê kirin, di encamê de du polîs mirin û zêdeyî 800 girtî reviyan. -
Di navbera Venezûela û Kolombiyayê de pêvajoya asayîbûnê destpê kir
Piştî ku di dîroka Kolombiyayê de yekemcar çepgirek bû Serokkomar, Venezûelayê ragihand ku ew dixwaze bi cîranê xwe re ji nû ve têkiliyên leşkerî deyne. -
DYE’yê tevdîrên Trump ên li dijî koçberan betal kir
DYE’yê tevdîrên ku Donald Trump demekê ji bo koçberan gotibû ‘’Li Meksîkayê bimîne’, betal kir. -
Fermandarekî payebilind ê Talîban a Pakistanê li Efxanistanê hate kuştin
Fermandarekî payebilind ê Tevgera Talîban a Pakistanê (TTP), di encama teqîna wesayîta wî li rojhilatê Efxanistanê, mir.