CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di erdheja Çînê de herî kêm 65 kes mirin
Li başûrê rojavayê Çînê roja Duşemê bi şîddeta 6,6 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hilbijêrên Şîlî destûra bingehîn a çep red kirin
Hilbijêrên Şîlî, destûra bingehîn a ku bibe yek ji destûrên herî pêşketî ên cîhanê û pêşniyara ji bo jinûve nirxandina rêziknameya 41 salî red kirin. -
Yewnanistanê îsal nehişt ku 150 hezar koçber derbas bibin
Li Yewnanistanê, hikûmeta mihafizekar ragihand ku îsal nehiştiye 150 hezar koçber bi rêya bejahî û behrê derbasê welêt bibin. -
Li zêdetirê 50 bajarên Îranê ji bo êrîşên kimyewî tedbîr hatin girtin
Hat diyar kirin ku li zêdetirî 50 bajarên Îranê ji bo pêşîgirtina êrîşên biyolojîk, radyolojîk û kimyewî pergala parastinê hatine bicih kirin. -
Hamasê 5 Fîlîstînî bi darve kir
Hamas, ku li Şerîda Gazzeyê serwer e, 5 Fîlîstînî bi darve kir ku 2 ji wan bi 'hevkariya bi Îsraîlê re' sûcdar dikir. -
Li Efganistanê li camiyekê teqînek çêbû, meleyekî Talîbanê jiyana xwe ji dest da
Li herêma Heratê ya ku li rojavayê Efganistanê ye li camiyeke herî mezin teqîneke mezin çêbû. Hate ragihandin meleyekî navdar jî tê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. -
460 koçber hefteyek e di behrê de asê mane -HATE NÛKIRIN
Gelek rêxistinên sivîl ên civakî diyar kirin ku nêzî 460 koçber hefteyek e li Behra Spî asê mane. -
Li dinyayê hêj jî 244 milyon zarok nikarin biçin dibistanê
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), da zanîn ku li seranserê dinyayê hêj jî 244 milyon zarok nikarin biçin dibistanê. -
Ji ber greva pîlotan Lûfthansayê piranî firînên xwe betal kirin
Şirketa rêyên hewayî ya Elman Luftansa ji ber grevê hema bibêje hemû firînên xwe betal kirin. -
Li hemberî krîza enerjiyê ya welatên rojava gelo wê Îranê re peyman were çêkirin?
Li gorî daxuyaniyên dawîn dibe ku di nêz de peymana nukleerê ya bi Îranê re pêk were. Îranê jî peyam da ku ew dikare tawîzan bide. -
Li Bexdayê teqîn: Endamekî Heşdî Şabî mir
Li paytexta Iraq Bexdayê teqînek çêbû. Di encama teqînê de kesek mir, 3 jî birîndar bûn. -
Li Behra Spî di 3 rojên dawîn de 235 penaber hatin rizgarkirin
Keştiya Rizgarkirinê ya Geo Barents li Behra Spî 235 penaberên di behrê de ji xeniqandinê rizgar kir. -
Serokê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Gorbaçov mir
Serokê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Mîhaîl Gorbaçov, ku Rojavayiyan jê hez dikir, Rûs jî jê aciz bûn, di 91 salî de mir. -
Sedr ji alîgirên xwe xwest ku di nava saetekê de vekişin
Lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda Sedr ji alîgirên xwe yên li Bexdayê xwest, ku di nava saetekê de ji Herêma Kesk vekişin. -
Dewleta Tirk li Kerkûkê paramîlîterên nijadperest çalak dike
Dewleta Tirk li Kerkûkê leşkerên bi pere yên Eniya Tirkmen çalak dike. -
Di pevçûnên li Bexdayê de 23 kes mirin, nêzî 400 kes jî birîndar bûn
Di şer û pevçûnên di navbera alîgirên hêzên dijber de li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, 23 kesên ku piştevaniya Serokê Şîa Mukteda Sadr dikirin, bi çekê hatin kuştin. -
Alozî li Iraqê mezin dibe
Piştî ku Muqteda es Sedr ragihand ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiya ye, alîgirên wî daketin qadan. Di çalakiyan de heta niha 12 kes mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne. Sedr xwepêşandan ji xwe re kir hincet û ragihand ku ketiye greva birçîbûnê. -
Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
Piştî ku Serokê Şîî yê Iraqî Mûkteda Sadr diyar kir wî xwe ji siyasetê vekişandiye alîgirên Sadr ketine herêma Kesk. Ji ber vê li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin. -
Alîgirên Sadr ketin hundirê Qesra Serokkomariyê
Piştî ku Serokê Tevgera Sadr Muqteda Es-Sadr vekîşîna xwe ya ji siyasetê ragihand, alîgirên Sadr ketin Herêma Kesk a ewlekariya bilind a Bexdayê. -
Muqteda Es-Sadr ji siyasetê vekişiya
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Es-Sadr ragihand ku ji îro pê ve xwe ji pêvajoya siyasî vekişandiye û diyar kir ku wê hemû saziyên Tevgera Sedr bigire. -
Li Pakistanê hejmara qurbaniyan gihîşt 1061 kesî
Li Pakistanê, hejmara kesên ji ber barana mûsonê ji meha Hezîranê û vir ve jiyana xwe ji dest dane gihîşt 1061 kesî. -
Sirbistan û Kosovayê li ser gera serbest li hev kirin
Sirbistan û Kosovayê, piştî tengazariyekê li ser gera serbest li hev kirin. -
Li Pakistanê 1033 kes ji ber lehiyê mirin
Li Pakistanê ji ber baranên zêde yên bûn sedema lehiyê ji serê mehê ve 1033 kes mirin. -
Sadr daxwaza vekişînê ji hemû partiyan kir
Li Iraqê, Serokê Şîa Muqteda Sadr daxwaz ji hemû aliyan kir, ku partiya wî jî di nav de, ji pêvajoyên siyasî ya piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên vekişin. -
Li Trablûsê di şer de herî kêm 23 kes mirin, 140 kes jî birîndar bûn
Li Trablûsê di navbera milîsên dijberê hev de şer qewimî. Hate ragihandin ku di şer de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 150 kes jî birîndar bûne.