Li Behra Spî di 3 rojên dawîn de 235 penaber hatin rizgarkirin

Keştiya Rizgarkirinê ya Geo Barents li Behra Spî 235 penaberên di behrê de ji xeniqandinê rizgar kir.

Bijîşkên Sînornenas (MSF) îro daxuyaniyek weşand û diyar kir ku keştiya wan a ji bo rizgarkirin û alîkariya koçber û penaberan li Behra Spî di sê rojên dawîn de 61 jê zarok bi giştî 235 penaber û koçber rizgar kirine.

Xebatkarên rizgarkirinê duh 45 kes rizgar kirine û diyar kirin ev kes 5 roj in di behrê de bûne.