Heyeteke artêşa Iraqê çû Zaxoyê

Heyeta ku ji rayedarên Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê pêk dihat, çûn Zaxoyê ya ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de li wir qetlîamek kiribû.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya Ewlekariyê ya Iraqê, Fermandariya Operasyonên Hevpar çûye Zaxoyê û cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevpar ya Iraqê Ebdulemîr Şemerî, serokatî ji heyetê re kiriye.

Hate diyarkirin vê heyeta leşkerî çûye serdana Tûgaya Yekîneyên Parastina Sînor a li navçeya Batûfa ya Zaxoyê. Ev der li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye.

Derbarê armanca serdanê jî hate diyarkirin heyet ji bo lêkolîan komkujiya li Zaxoyê çûye herêmê.