‘Zîlan Manîfestoya Azadiyê ye’
‘Zîlan Manîfestoya Azadiyê ye’
‘Zîlan Manîfestoya Azadiyê ye’
Bi boneya 17. Salvegera Çalakiya Gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci (Zîlan) endamên saziyên jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem der barê jiyan û kesayeta gerîla Zîlan û bandora çalakiya wê de ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman û Fîlîz Budak destnîşan kir ku Zîlan, manîfestoya azadiya jina Kurd e. Her wiha da diyarkirin ku ji bo bibin bersiv, divê xwedî li têkoşîna wan derkevin û nehêlîn ku hêviyên wan yên azadiyê vala biçin.
Endama Akademiya Şehîd Jiyan Fîlîz Budak der barê kesayet û bandora çalakiya gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci da diyarkirin ku, 30’ê Hezîranê ji bo jinên Kurd pirr girîng e û wiha got : “Di dîroka gelê Kurd de û bi taybet di nav Tevgera Rizgariya Gelê Kurd de jinên Kurd roleke sereke lîstine. Beriya şoreşa me jî rolekî jinan hebû, lê çîna serdest an jî cinsê dijber dîrok li gorî xwe dinivisand û li gorî wê rastî dihat bilêvkirin. ji ber vê jî rastiya jina Kurd dihat berevajî kirin. Ji ber vê jî 30’ê Hezîranê rojek ji van rojên dîrokî ye ku hevala Zîlan bi çalakiya xwe bersiveke pirr mezin daye dijmin û rastiya qehremaniya jina Kurd îspat kiriye. Sedema çalakiyê jî ji ber ku, 6’ê Gulana sala 1996’an dijmin dixwest bi komployekê bêbext Serokatiyê ji holê rake, lê komplo bêencam ma. Ji ber vê yekê hevala Zîlan xwest bi çalakiya xwe bêje Rêbertî li ku derê dibe bila bibe em weke endamên fedayî yên Rêber Apo xelekeke ji agirin li dora Rêbertî. Kes nikare xwe nêzîk bike, kesê nêz bibe jî wê bê şewitandin. Bi vê çalakiya fedayî bersiveke pirr mezin da dijminê hov. Hem xwe feda kir hem jî bi xwe re hejmarek mezin hêzên dijmin tune kir, tirs û xofeke mezin xist dilê dijmin.”
JI BO AZADIYA JINÊ DIVÊ HEVAL ZÎLAN MÎNAK BÊ GIRTIN
Her wiha Fîlîz Budak bal dikişîne ser lehengiya jina Kurd ji û wiha dibêje, “Di Dirokê de her tim berxwedanên pirr mezin hatine kirin. Dema em li dîroka PKK’ê dinihêrin em dibînin ku bi sedan qehremanên weke heval Zîlan Sema, Bêrîtan, Ronahî ,Viyan manîfestoya azadiyê ne. Jinên ku dixwazin xwe bigihînin azadiyê divê heval Zîlan bi kûrahî fêm bikin. Çawa ku hevala Zîlan di nameya xwe ji bo Rêbertiyê re dibêje ‘Xwezî ji canê min zêdetir tiştek hebûya da ku min ji bo We feda bikira’ ku ev gotina mirova pîroz e. Ev cesaret û lehengî ji ku derê tê mirov pirr meraq dike. Ji bo mirov xwe bigihîne bersiva vê, divê bibe evîndarê azadiyê, ji bo azadiyê têkoşîn bike û canê xwe ji bo wê feda bike. Hevala Zîlan yek ji van lehengan e ku ji hucreyên herî biçûk bigire heya yên herî mezin dikarîbû bi kûrahî Rêber Apo fêm bike. Rêber Apo ji bo jinê ji rewşa heyî xelas bike berdêlên mezin da û xebatek mezin jî kiriye. PKK partiya azadiya jinê ye. Li serê çiyayan jin bi rêxistinkirin û kirina artêş pirr zehmet bû lê Rêber Apo ew ji kir û jin kir xwedî partî û artêş.”
Fîlîz Budak li ser peyama ku gerîlaya PKK’ê Zilan xwestiye bide gelê Kurd û dijmin, ji diyar kir ku hevala Zîlan xwest bi çalakiya xwe bide diyarkirin ku destê dirêjî Rêber Apo bibe em ê bişkînin û wiha berdewam kir, “Dema ku, Rêber Apo dest bi têkoşînê kir xwestiye ku wekheviya zayendî çêbike, ji ber vê niha mirov dikare bêje di roja me ya îro de yên herî zêde bi Rêber Apo ve girêdayî jin in. Ji ber ku tişta qet jinê nedîtiye û tehma azadiyê bi keda Rêber Apo dît. Hevala Zîlan xwest bibêje ku çi dibe bila bibe em wek jin fedayiyên Rêber Apo ne, li her derê li derdora Rêber Apo ne, tu kes nikare sînoran bixe navbera me û Rêbertiyê. Çi dibe bila bibe em bi Rêbertiya xwe re ne û em ji azadiya xwe gavê nadin paş. Her wiha li milê din jî dixwest bide diyarkirin ku heya em azadiya xwe bi dest nexin em dest ji têkoşîna xwe bernadin û em ê bîrdoziya xwe bidin meşandin û wê tu kes nikare keleman deyne pêşiya têkoşîna me. Ji ber vê jî hevala Zîlan bê ku bikeve nav dudiliyan çalakiyek wiha giranbuha pêk anî. Her wiha ji bo em bibin bersiv divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û nehêlîn ku hêviyên wan ên azadiyê vala biçin.”
HEVAL ZÎLAN BI RUHEKÎ PAK ÇALAKÎ PÊK ANÎ
Endama Weqfa Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem, Seyhan Yilmaz ji da diyarkirin ku Zîlan sembola jina Kurd e û wiha got: “Di destpêkê de em heval Zilan bi bîr tînin. Hevala Zîlan bi ruh û giyanekî pak ev çalakî pêk anî. Çalakiyeke gelekî giranbuha bû. Bi taybet hevalek mîna Zîlan ku zewicî jî bû lê dîsa ji bo azadiyê canê xwe feda kir û bû sembola serketina jinan. Heval Zîlan di tu deman de bindestî û zordarî nepejirand û serê xwe li hember dijmin netewand. Her tim li hember bêmafiyê kesayetek bi hêz bû. Xwedî kesayetek bi rûmet bû. Xwedî fikir û zîhniyeteke pirr azad bû, çalakiya heval Zîlan ji bo me gelek bi nirx û bi wate ye. Dixwest bi vê çalakiya xwe bersiva êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd û jinên Kurd bide.
KESAYETÊN MEZIN DIKARIN ÇALAKIYÊN MEZIN BIKIN
Her wiha endama Meclîsa Îştar, Narinc Gungen ji nêrînên xwe anîn ziman û ragihand ku Zîlan xwedî kesayetek mezin bû û ji ber vê jî çalakiyeke mezin pêk anî û wiha got, “Heval Zîlan semboleke azadiyê bû, her çendî ku heval Zîlan demek kurt di nav rêxistinê de ma jî bi çalakiya xwe ya encamgir karîbû ku xwe bixe dilê hemû jinên Kurd. Bibe sembolek berxwedan û azadiyê li hember sîstemên dagirker. Çawa ku Rêbertî jî dibêje, ‘Zîlan ji bo me manîfestoya jiyanê ye’ çalakiya heval Zîlan vê rastiyê dide diyarkirin.”
Narinc Gungen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em deynê li hember şehîdan, lehengan û Rêber Apo bidin, pêwîst e em bibin şopdarê wan û xwedî li bîranînên wan derkevin. Ji ber ku, heval Zîlan ji bo me jinên Kurd bûye destpêka jiyanek nû ya azad, jiyanek nû ji me re afirand. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe hem jinên Kurd hem ji gelê Kurd ji xewê şiyar kir, ji bo vê jî pêwîst e em jinên Kurd ji bo vê pêvajoyê bibin bersiv.”