Zîlan li Şengalê hat bîranîn
Zîlan li Şengalê hat bîranîn
Zîlan li Şengalê hat bîranîn
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 17 salvegera çalakiya xwe ya fedayî de li Şengalê hat bîranîn.
Bi armanca bîranîna gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku beri ya niha bi 17 salan di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, li Başûrê Kurdistanê li Şengalê merasîmek hat lidarxistin.
Merasîma ji aliyê Tevgera Êzidiyan TEV-DA'yê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest daye, destpê kir.
Di merasîma bi beşdariya girseyî de, nameya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a piştî çalakiyê li dû xwe hişt hat xwedin û li ser girîngiya rola Zîlan a di têkoşîna azadiyê ya jinê û gelê Kurd de axaftin hatin kirin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.