Zîlan li Moskowayê hat bîranîn

Zîlan li Moskowayê hat bîranîn

Têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, li Federasyona Rûsyayê bi çalakiyên cuda hat bîranîn.

Bi pêşengiya rêxistina Kurdan a li paytexta Rûsya Moskowayê, gerîlaya PKK’ê  Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku di 30'ê Hezîran 1996'an li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Mala Kurdan ji aliyê gelek Kurdistaniyan ve hat bîranîn. Di çalakiya şevê din saet di 19:00’an de nameya Zeynep Kinaci ya ku berî çalakiyê ji gelê Kurd, hevalên xwe yê tekoşînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandibû, ji hêla Amena Aliyeva hat xwendin. Piştî xwendina nameyê nûnerê rêxistina Kurd li ser wateya rojê û pêşveçûnên li Kurdistanê diqewimin axaftin kir. Seroka Organîzasyona Viyan a Jinên Kurd li Moskowayê Tera Qadir jî axivî û got: “Zîlan bi çalakiya xwe re hişt ku jina Kurd bi xwe bawer be.”

ZÎLAN GIYANA JINA AZAD AVA KIR

Tara Qadir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Zîlan û got: “Şehîdên Kurdistanê di jiyana me de, ji me re dibin pêşeng. Zîlan di pêvajoyek wisa de çalakiya xwe kir ku qedera tekoşîna azadiya gelê Kurd da guhertin. Ji ber vê yekê îro em hemû gelê Kurd ji hêlekê ve deyndarê Zîlanê ne. Zîlan di kesayeta xwe de giyana jina azad ava kir. Pêwîst e em jinên Kurd xwedî li vê giyanê derkevin û mezin bikin.” 

ALIYÊ TIRK SEKNA XWE AŞKERA NEKIRIYE

Di merasîmê de Serokê YekÎtiya Saziyên Kurdan ên Navneteweyî Mehrab Şemoyev jî li ser pêşveçûnên siyasî ji beşdaran re axaftinek kir. Şamoyev di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Di pêşengiya Serokê me de pêvajoyek nû hatiye despêkirin. Gelê Kurd di encama têkoşînek bêhempa de gihîşt vê rojê. Di vê rêya zor û zehmet de gelek lehengên Kurd şehîd ketin. Îro di serî de têkoşîna azadiya Kurd û gelê Kurd li şehîdên xwe xwedî derdikeve.” Şamoyev li ser pêvajoya rizgariya demokratîk jî wiha axifî:  “Di vê pêvajoyê de heya niha aliyê Tirk sekna xwe aşkera nekiriye. Dixwazin vê pirsgirêkê bi çi rengî çareser bikin hîn ne diyar e. Pêwîst e aliyê Tirk jî wek aliyê Kurd gavên pratîk biavejê. Wê demê mirov dikare bêje dê pêvajo bi awayekî rêk û pêk bimeşe.” 

"EZ KURD IM, BI NAMÛS Û ŞEREF IM"

Di beşa axaftinê de herî dawî Serokê Organîzasyona Çanda Mezopotamyayê Refîqê Kamil axaftinek kir. Kamil di axaftina xwe de da aşkerakirin ku weke Kurdekî li Rûsyayê dijî, heya dawî di xeta azadiya gelê Kurd de dê bimeşe û got: “bi saya şehîdên Kurd û Serok Apo gelê Kurd di civata gelê cîhanê de êdî tê naskirin. Êdî Kurdek bi serfirazî dikare bêje ku ‘ez Kurdim’. Ji bo ev şanaziyê pêwîst e hemû kesên ku ji xwe re dibêje ‘ez Kurd im, binamûs û şeref im’ li xeta azadiya gelê Kurd xwedî derkeve. Her wiha li şehîdên xwe xwedî derkeve û wan ji bîr neke. Şehîdên me ji bo azadiya me, têkoşiyan. Em îro deyndarê wan in. Ji wan re rêzgirtin û bi xwedîderketinê ancax em dikarin deynê xwe bidin wan.” 
Çalaki bi stranên Berfîn Mamedova û Hogir Lazgiyeva ve bi dawî bû.