Zîlan li Atînayê hat bîranîn
Zîlan li Atînayê hat bîranîn
Zîlan li Atînayê hat bîranîn
Meclîsa Gel a kurdên li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi armanca bîranîna gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anîbû, merasîmek lidar xist.
Merasîm li avahiya meclîsê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Jinan a Meclîsa Gel Ardal li ser jiyana Kinaci û têkoşîna wê axivî.
Di merasîma berpirsê Komeleya Çanda kurd a Herêma Belqan Cemal Efrînî jî axaftinek kir de, hunermend Xoşnav Yûsif, Brehîm Kurdî û Koma Azadî stranên li ser Kinaci hatine çêkirin gotin. Her wiha hin komên şano û govendê di merasîmê de amade bûm.
Merasîm bi sloganan bidawî bû.