Zarokê Kurd ev 16 roje winda ye

Zarokê Kurd ev 16 roje winda ye

Zarokê bi navê Ebdilqadir Mislim (15), piştî ku 16 roj beriya niha ji mala xwe ya li gundê Berdax ê girêdayî navçeya El-Celbiyê ya bajarê Kobanê derket, winda bû.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane, Ebdilqadêr Mislim ê 15 salî di 11’ê nîsanê de ji malê derket û careke din agahî jê nehat girtin. Malbata Mislim ku ji lêgerînên xwe tu encam negirtin, bang li hemû kesî kir ku derbarê zarokê wan de tiştekî zanibin li vê numerayê bigerin:  05452393928

Ebdilqadêr Mislim di sala 1998’an de li gundê Berdaxê yê girêdayî navçeya El-Celbiyê ya bajarê Kobanê ji dayîk bûye.

Balkêş e di roja ku Mislim ji malê derketibû de li gundê Til Şiîr yê girêdayî Tilebyadê ku nêzî gundê wan e, di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de pevçûn hebû.