‘YPG û Asayiş nirxên gelê Kurd in’
‘YPG û Asayiş nirxên gelê Kurd in’
‘YPG û Asayiş nirxên gelê Kurd in’
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Girkê Legê ji bo şermezar kirina êrîşa komên çeteyan a li ser Yekîneyên Paratina Gel (YPG) belavok belav kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Girkê Legê ji bo şermezar kirina êrîşa komên çete ya li ser yekîneya YPG’ê belavok li bazara navendî ya bajêr li welatiyan belav kirin. Di belavokê de helwesta hin saziyên ragihandinê tê şermezar kirin û ji partiyên Kurdî hate xwestin ku li hember bûyeran helwest nîşan bidin.
Di belavoka Ciwanên şoreşger de wiha tê gotin: "Di pêvajoya du salan a şoreşa Sûriyeyê de, Kurd wek hêzeke çalak derketin pêş, bi şoreşa 19'ê tîrmehê re herêmên Kurdî ji hêzên rejîmê hatin rizgarkirin, Meclisa Gelê Rojava û Encûmana Niştimanî a Kurdî li Sûriyeyê hatin avakirin û hevpeymana hewlêrê hate îmzekirin, her wiha YPG û asayiş wek du hêzên netewî hatin avakirin."
Di belavokê de tê destnîşan kirin ku hinek hêzên Kurd girêdayî hin aliyên derve ne û hewldidin ku destkeftiyên gelê Kurd li Rojava têkbibin. Her wiha Ciwanên Şoreşger êrîşa komên çete ya li ser yekîneya YPG'ê li bajarê Amûdê şermezar dikin û hin saziyên ragihandinê yên wek kanalên Zagros Tv û Orient Tv ku nûçeyên berovajî diweşînin û bûne sedemê rijandina xwîna Kurdan jî şermezar dikin.
Ciwanên Şoreşger di dawiya belavoka de diyar dikin ku êrîşên li dijî YPG'ê û asayişê êrîşa li dijî nirx û destkeftiyên gelê Kurd e. Ji partiyên Kurdî xwestin ku li hember bûyeran helwest nîşan bidin, ewlekarî û yekîtiya netewî biparêzin.