YPG’ê hevdîtin bi ENKS’ê û MGRK’ê re pêkanî
YPG’ê hevdîtin bi ENKS’ê û MGRK’ê re pêkanî
YPG’ê hevdîtin bi ENKS’ê û MGRK’ê re pêkanî
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Li Efrînê 2 civînên hevbeş bi Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriye (ENKS) û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) pêk anîn. Di civînan de geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û redkirina şerê navxweyî hatin gotûbêjkirin. Di civînan de hemû aliyan nêrînên hevbeş li dijî pevçûnên navxweyî nîşan dan.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA Fermandarê Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo û Fermandarê YPG᾿ê li Efrînê Mehmûd Berxwedan li navenda ENKS᾿ê ya Efrînê bi endamên ENKS᾿ê re ku ji nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe di nava ENKS᾿ê cih digrin, hevdîtin pêk anîn. Di civînê de Fermandarê Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo axivî û diyar kir ku ji beriya 8 mehan ve gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên ji gelek aliyan ve hatiye. Hemo da zanîn di dema êrîşan de herêmên kurdî rastî embargoyê hatine û deriyê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê û deriyê Babelhewa ji aliyê Tirkiyey ve hatine girtin. Hemo diyar kir ku, di heman demê de hinek partiyên kurdî vê rewşê ji bo berjewendiyên partiyên xwe bikartînin û li dijî yekîtiya kurdan û Desteya Bilind tevdigerin.
Fermandarê Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo di derbarê şerê navxweyî ku ji aliyê hin partiyên kurdî û hêzên derve pêk tê ev tişt got: “Rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan ne mumkine were qebûl kirin. Em ji endamên ENKS᾿ê hêvîdikin ku nêrîna xwe ji bo berjewendiyên gelê Kurd bikin yek û li dijî planên qirêj hişyarbin. Em wek YPG᾿ê mudaxeleyî siyasetê nakin û em dê nekin jî. YPG hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji bo parastina hemû gelên herêmê amade ye.”
Hemo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, ew dê bi tu awayî nekevin nava nakokiyên di nava partiyan de û wiha got: “Di civaka kurdî de guhertinek hesas derketiye holê, ji bo wê pêwîste em bihîstiyarî tevbigerin, aloziyên di nava kurdan de dê ne di berjewendiyên gelê kurd de bin.”
PÊWÎSTE EM JI TECRUBEYÊN BAŞÛR FAYDE BIGIRIN
Hemo da zanîn ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi hêzeke leşkerî ya yekbûyî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîste em ji tecrubeyên li Başûrê Kurdistanê fayde bibînin, di sala 1973᾿an de dema bûn 2 hêzên leşkerî girêdayî bi 2 hêzên cûda şerê hevkirin û bi sedan Kurd bûn qurbanê wî şerî. Niha li Rojava em naxwazin heman dîrok xwe dubare bike û em nekevin wê şaştiyê.”
Derheqê aliyên ku dibêjin YPG᾿ê alîgiriya rêjîma Baas dike Hemo wiha axivî: “Me qebûl ne kir em li kêleka Artêşa Azad ku gelek tabûrên cûda wek Lîwai Eltewhîd, Asîfet Elşemal, Elfetih û gelek navên din ên cûda karbikin. Cûdabûna me hem di milê fikir û hem jî di milê kar de heye. Hêzên me li ser felsefe û îdeolojiya azadî û parastinê xwe birêxistin dike. Lê kiryarên van komên çekdar û perçebûna wan li ser desthilatdariyê ye. Lewre bi hevrebûna me ne mumkine. Em hêza gelê xwe ne û em bi rejîmê jî re kar nakin.”
Derbarê piratîzekirina komîteya pispor a Desteya Bilind de Hemo ev tişt got: “Piratîzekirina komîteya pispor dikeve ser milê Desteya Bilind a Kurd û pêwîste ji bo vê yekê lez bide xebatên xwe.”
YPG NE GIRÊDAYÎ TU PARTIYAYE
Ji aliyê din jî Endama ENKS᾿ê li Efrînê Zelûx Cimo da zanîn ku, hevdîtin bi awayekî erênî bi dawî bûye û got: “Em hewcedarî vê civînê bûn, me rastiya gelek mijaran di vê civînê de baş naskirin, Fermandariya Giştî yê YPG᾿ê Sîpan Hemo naveroka bûyerên dawî li Efrînê ji me re şîrove kirin û da zanîn ku pêwîstiya herdu encûmenan heye ku di nava xwe de bigihêjin biryarên cidî. Hemo ji ajansa ANHA re eşkera kir ku YPG ne girêdayî tu partiyên siyasiye û tekez kir ku YPG nûnertiya hemû gelê kurd dike.” Zelûx Cimo destnîşan kir ev di wê baweriyê deye ku biryarên baş ji bo berjewendiyên gelê Kurd bistînin.
Li aliyê din jî Fermandarê giştî yê YPG᾿ê bi Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Di civîna ku bi saetan dirêj kir de hemû aliyan li ser pêwîstiya yekîtiya kurdî û redkirina tundiyê lihevkirin. Nûnerê Partiya Azadî yê Efrînê tevlî civînê nebûn.