YPG’ê gundek yê Til Temirê ji destê komên çete rizgar kir
YPG’ê gundek yê Til Temirê ji destê komên çete rizgar kir
YPG’ê gundek yê Til Temirê ji destê komên çete rizgar kir
Gundê Eyn El-Ebid ku 5 kîlometre dikeve rojhilatê bajarokê Til Temir, bi temamî ji destê komên çete hate rizgarkirin.
Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku, gundê Eyn El-Ebid bi temamî ji destê komên çete hatiye rizgarkirin û di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de li gundên Micêbra û Derdara yên girêdayî bajarokê Til Temirê li ser rêya Qamişlo pevçûnan rû da . Her wiha çavkaniyekî YPG’ê jî diyar kir ku gelek çekdar ji komên çete hatine kuştin.
Niha bajarokê Til Temir aram e û hemû deriyên bajêr di bin kontrola YPG’ê de ne, her wiha YPG’ê ji welatiyan xwest ku dema di nava bajêr re digerin hayedar bin, ji ber ku segvanên komên çete ji gundên nêzî bajêr bicih bûne û dibe ku welatiyan bikin hedef.