YPG'ê gundê Mixêbişê di nîv saetê de ji çeteyan rizgar kir
YPG'ê gundê Mixêbişê di nîv saetê de ji çeteyan rizgar kir
YPG'ê gundê Mixêbişê di nîv saetê de ji çeteyan rizgar kir
Gundê Mixêbiş ê 4 kîlomtere dikeve rojavayê bajarê Til Temir û piştî nîvro di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de şer derketibû, ji komên çete hate rizgarkirin.
Li gundê Mixêbiş ê Til Temir saet derdora 15.00’an de di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de şer derketibû. Di encama şerê ku nêzî nîv saetê dom kir de, gund ji çeteyan hate rizgarkirin.
Piştî ku komên çete ji gund hatin derxistin, şêniyên gund bi sloganan dilsoziya bi YPG’ê re anî ziman û rizgarkirina gund pîroz kir.