YPG: 13 endamên komên çekdar hatin kuştin
YPG: 13 endamên komên çekdar hatin kuştin
YPG: 13 endamên komên çekdar hatin kuştin
YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku, di pevçûna li Efrînê de 13 endamên komên çekdar hatine kuştin, tangek û 3 wesayîtên doşka li ser hatine rûxandin.
Navenda Çapemeyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di pevçûnên li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê di encama êrîşên komên çekdar ên Artêşa Azad rû dane de 13 çekdar hatin kuştin, tangek û 3 wesayîtên ku doşka li ser siwarkirîbûn bi temamî hatin rûxandin.
Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, Komên çekdar ên Artêşa Azad êrîşî gundê Aqîbê ya Navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê ku herêmê diparêzin pevçûn bi dijwarî rû dan.
Navenda çapemeniya YPG᾿ê destnîşan kir ku, ziyaneke mezin gihîşte komên çekdar û heta niha ku pevçûn hîn didomin 13 çekdar hatin kuştin, tangek û 3 wesayîtên doşka li ser siwarkirî hatin rûxandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ev êrîş dikeve çarçoveya rêze êrîşên li ser herêm Efrînê û hemû Efrîn hedefa êrîşa komên çekdare.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê hate kirin ku, biberpirsyarî di parastina welat û zarokên xwe de li dijî komên çekdar tevbigerin.