YNK: Em piştgiriya Xweseriya Demokratîk dikin
YNK: Em piştgiriya Xweseriya Demokratîk dikin
YNK: Em piştgiriya Xweseriya Demokratîk dikin
Berpirsê YNK'ê yê Hewlêrê Rizgar Elî anî ziman ku, ew wekî YNK bi her awayî piştgiriya Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê dikin û li ser çûna ciwanan a bi navê cîhadê ya ji bo Sûriyeyê jî daxwaz ji mamostayên olî kir ku, civakê hişyar bikin.
Berpirsê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Hewlêrê Rizgar Elî li ser helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî Rojava ji ajansa DÎHA’yê re axivî. Elî di vê derbarê de wiha got: “Ez dikarim behsa helwesta partiya xwe bikim. Em wekî YNK piştgiriya xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin û bêyî cûdahî. Em cûdahiyê naxin navbera vî alî û aliyê din de. Her kesê îro li Rojavayê Kurdistanê di eniya parastinê de be, çi partiyek be, îro yê di eniya parastinê de pêşmerge be, parastina jin, zarok û şerefa kurdên rojava dike, em piştgiriyê didinê.”
‘EM PIŞTGIRIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK DIKIN’
Rizgar Elî da zanîn heqê gelê Rojava heye bigihin mafê xwe û wiha piştgiriya xwe ji bo Xweseriya Demokratîk ya Rojava anî ziman: “Em piştgiriya Xweseriya Demokratîk ya ku niha li Rojava heyî dikin. Ger rexne û kêmasiyên wê rêveberiyê jî hebin, dikarin werin çareserkirin. Lê desthilata kurdî ya îro li Rojavayê Kurdistanê heyî û ew Xweseriya Demokratîk îlan dike, ew li meydanê ne û di nava xebatê de ne. Herwiha di eniya şerefê de ne û em piştgiriya wan dikin. Lê em ligel wê yekê ne hemû partiyên şoreşger tevlî wê rêveberiyê bibin û rêveberiyekî wisa be hemû reng di nav de hebin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 5’ê Kanûnê di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got: “Em wekî PDK û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji helwesta PYD’ê nerazîne. PYD wê qadê ji xwe re bikar tîne û tiştê PYD li Rojavayê Kurdistanê dike bi hemahengî û hevkariya digel rejîma Beşar Esed e.” Li ser vê daxuyaniyê berpirsê YNK’ê yê Hewlêrê wiha got: “Ez dikarim dîtina YNK’ê bînim ziman. Em piştgiriya Xweseriya Demokratîk û xebata li Rojavayê Kurdistanê dikin.”
‘DIXWAZIN AZADÎ Û DEMOKRASIYA ROJAVA TÊK BIBIN’
Berpirsê YNK’ê yê Hewlêrê Rizgar Elî li ser çûyîna ciwanên Kurd a ji bo Sûriyeyê jî hişyar kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em civakekî Îslamî ne. El-Qaîde hewl daye li Kurdistanê jî hinek grûban dirûst bikin. Lê rêjeya zêde ya ku xelk behs dikin, ne wisaye. Em daxwazê ji zanayên olî dikin ku xelkê hişyar bikin. Ji ber ola Îslamê rê nade van tiştan ku tu biçî serê jin û zarokên xelkê jê bikî, biçî Êzdî yan jî Xiristiyanekê bikujî. Îslam bi xwe tê wateya aştiyê. Ev ji îslametiyê dûr in û di berjewendiya hinek dewletan de ye. Temaşe bikin jin û mêrên Rojavayê Kurdistanê tên revandin û ti gunehekê wan tune ye. Ev grûbên terorîstî dixwazin her cihekî ciwan, têk bidin û xirab bikin. Niha li Rojavayê Kurdistanê azadî û demokrasiyek heye, ji bo vê dixwazin têk bidin.”