YJA STAR Zîlan bi bîr anî

YJA STAR Zîlan bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR, mîlîtana PKK’ê Zeynep Kinaci di 17’emîn salvegera şehadeta Wê de bi bîr anî. Di peyamê de wiha hat gotin, “Em rastiya terzê mîlîtaniya ku şerê bi şêwazê fedayiyane pêş dixe jî, ji bo aştî û azadiyê bi her awayî fedakariyê dike û her wiha rastiya serketinê jî deyndarê şehîdên xwe yên leheng Zîlan û rêhevalên wê ne.”  

Di peyama nivîska ya YJA STAR de wiha tê gotin, “Em fermandara mezin a xeta fedayîtiyê û pêşenga tevgera jina azad rêheval Zîlan di salvegera çalakiya wê ya mezin de, di rêya azadiyê ya vekiriye de bi îddîaya ku em ê bêtereddut bimeşin de bi bîr tînin û li hember bîranîna wê bi rêz û hurmet em bejna xwe ditewînin. Di şexsê heval Zîlan, Sema û Gulan de em tevayî şehîdên xwe yên hêja yên hezîranê ku ev salên têkoşînê kirin zemanê azadiyê yên jinên Kurd careke din bi hurmet bi bîr tînin û em soza ku em ê mîlîtanî û têkoşîneke layiqî xeta wan bin didin.” 

Di peyamê de ku tê gotin tevgera PKK’ê tevgereke fedayîtiyê ye wiha berdewam dike: “Fedayîtiya Zîlan beriya her tiştî rast fêmkirina Rêber Apo, xwedîderketina li xeta Rêber Apo ye û ew xet kirina malê tevayî jinan û civakê ye. Îfadeya herî jor a lehengiya jin a di rêya Mazlum, Kemal û Bêrîtanan de pêş dikeve.”

Di berdewamiya peyamê de ev xal hatin gotin:

“Em wek hêzên YJA STAR ên li ser mîrasa jinên Kurd ên bûne fedayî xwe rêxistin kiriye, li hemberî cîhana bi serweriya zilam, bi her cure zîhniyeta paşverû, qirker û asîmîleker; û di heman demê de li hemberî tevayî hêzên dijberî azadî, aştî û biratiyê re têkoşîn weke wezîfeya xwe ya bingehîn dibînin.

Rêheval Zîlan bi vê çalakiya xwe ya jiyanê ya mezin re pêwîst e mirov çawa bijî û li hemberî kesên azadiya me tehdît dikin divê em xwedî sekneke çawa bin ji me re vegot. Ji ber vê sedemê Zîlan rêyeke ji bo me. Di şexsê rêheval Zîlan, Sema, Gulan de em şehîdên xwe yên ku hişmendî, ruh û cîhana me afirandin û hêza têkoşîna me bilind kirin careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em dibêjin ‘Wê azadî bi ser bikeve.’”