Yewnanîstanê serlêdana krediyeke nû li IMF kir
Tê gotin ku hikûmeta Yewnanîstanê, ji bo bi Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) re peymaneke nû ya krediyê çêbike, serlêdan kiriye. Ji bo krediyên nû wê heyet bên Atînayê.
Tê gotin ku hikûmeta Yewnanîstanê, ji bo bi Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) re peymaneke nû ya krediyê çêbike, serlêdan kiriye. Ji bo krediyên nû wê heyet bên Atînayê.
Tê gotin ku hikûmeta Yewnanîstanê, ji bo bi Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) re peymaneke nû ya krediyê çêbike, serlêdan kiriye. Ji bo krediyên nû wê heyet bên Atînayê û li benda bidawîbûna xebatên 'teknîk û lojîstîk' in.
Wezîrê Maliyeyê yê Yewnanîstanê Eûklîd Tsakalotos, di nameyeke xwe ya ji bo Seroka IMF Chrîstîne Lagarde de ragihand, ku welatê wî ji bo krediyeke nû serlêdan kiriye. Hat gotin ku muzakereyên ji bo krediyeke nû wê li paytext Atîna bên kirin, lê belê hînê pirsgirêkên teknîkî ji holê nehatine rakirin.
Heyetên Yekîtiya Ewropa, IMF û Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) ên ji bo muzakereyê wê werin Atînayê, tê payîn ku hevdîtinên bi rayedarên Yewnan re li cihekî nêzî avahiyên wezaretê pêk bînin. Tê gotin ku detayên teknîkî û lojîstîk ên cihê ji bo muzakereyan bê bi kar anîn, hînê zelal nebûne.
Lê belê tê îdîakirin ku di mijara cihê heyet lê werin pêşwazîkirin û muzakere lê bê kirin, pirsgirêk derketiye.
Rojnameya Elman Handelsblatt ji heyetan hatiye xwestin ku li cihekî 20 kîlometre dûrî paytextê bimînin û vê yekê di navbera heyetan de rê li ber 'hêrsbûyînê' vekiriye. Rojnameyê îdîa kir ku beriya niha Serokwezîr Alexîs Tsîpras, soza cihekî li navenda paytextê dabû.
Herî dawî di dengdayîna şeva Pêncşemê ya li Meclîsa Yewnanîstanê de, di çarçoveya bernameya krediya lezgîna ji 86 mîlyar euroyî de, pakêta duyemîn a tedbîran hatibû erêkirin.
Her wiha, hin astengiyên li pêşiya transfera pere ya kargehan ji bo derveyî welat, ku di meha Hezîranê de ket meriyetê, hatin sistkirin. Li gorî vê yekê, li şûna veguhastina 50 hezar euroyî, wê ji bo veguhastina 100 hezar euroyî destûr ji Wezareta Maliyeyê bê girtin.
Bi vî rengî şîrket wê ji sedî 70'yî xwe, bêyî destûar dewletê karibin veguhazînin. Lê belê ji bo rêjeyek kêmtir a pere ji bo veguhastina derveyî welat, şertê destûrgirtina ji bankanya wê di meriyetê de be.